Hikumeta veguhêz êrişa Îsraîlê ya li ser gundewarên Şamê şermezar kir

Wezareta karên derve ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê êrişa Îsraîlê ya li gundewarên Şamê şermezar kir.

Hikumeta veguhêz êrişa Îsraîlê ya li ser gundewarên Şamê şermezar kir
22 tebax, 2026   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta karên derve ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê êrişa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî erebeyeke ya li ser rêya Mezreta Beyt Cin a gundewarên rojavayê Şamê şermezar kir, ku di encamê de sivîlek birîndar bibû.

Wezaretê da zanîn ku bombebaran binpêkirineke mezin a serweriya Sûriyeyê û silametiya axa wê û binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.

Wezaretê bang li civaka navneteweyî û Konseya Ewlekariyê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne, ji bo rawestandina van êrişan tedbîrên pêwîst bigire. Wezaretê hişyarî da ku berdewama mîna van êrişan dê aloziyê kurtir bibe û bibe sedema bêistiqrariya herêmê û silametiya sivîlan tehdîd bike.

(bb)