Li Siwêdayê 2 panelên têkildarî mafên jinan hatin lidarxistin

Weqfa Jinan a Bihêzkirin û Hişyarkirinê ya Siwêdayê 2 panelên li ser pirsgirêkên tundiya civakî û qanûnên cudakariya li dijî jinan dikin li dar xistin.

Li Siwêdayê 2 panelên têkildarî mafên jinan hatin lidarxistin
Li Siwêdayê 2 panelên têkildarî mafên jinan hatin lidarxistin
Li Siwêdayê 2 panelên têkildarî mafên jinan hatin lidarxistin
Li Siwêdayê 2 panelên têkildarî mafên jinan hatin lidarxistin
Li Siwêdayê 2 panelên têkildarî mafên jinan hatin lidarxistin
Li Siwêdayê 2 panelên têkildarî mafên jinan hatin lidarxistin
Li Siwêdayê 2 panelên têkildarî mafên jinan hatin lidarxistin
Li Siwêdayê 2 panelên têkildarî mafên jinan hatin lidarxistin
22 tebax, 2026   19:21
SIWÊDA

Weqfa Jinan a Bihêzkirin û Hişyarkirinê ya Siwêdayê di çarçoveya hewldanên xurtkirina hişmendiya civakî, nasandina mafên jinan û têkoşîna li dijî tundî û cudakariyê de 2 panel li dar xistin.

Di panela yekemîn de mijara tundiya civakî ji aliyê Xesîne Selah ve hat birêvebirin. Di vê mijarê de şêweyên tundiyê, sedem û bandorên wê, her wiha girîngiya hişmendî, parastin û xurtkirina mekanîzmayên parastina jinan û keçan hatin nîqaşkirin.

Di panela duyemîn de jî qanûnên ku cudakariyê li dijî jinan çêdikin ji hêla parêzer Raniya Erîc ve hat şîrovekirin. Di panelê de cudakariya di hin qananûnan de, bandorên wan li ser mafên jinan û girîngiya xebata qanûnî û civakî ji bo pêkanîna edalet û wekheviyê hat gotûbêjkirin.

(f)