Wezîrên karên derve yên ereb ji bo rawestandina şerê Xezayê bang kirin

Wezîrên karên derve yên dewletên ereb di civîna xwe ya asayî de ku li avahiya Komkara Dewletên Ereb a li Qahîreyê hatiye lidarxistin, banga “destwerdana bi hêz” kir ji bo ku şerê li Xezayê raweste û projeya dewleta Filistînê bê parastin. Wezîran careke din koçberî û jiholêrakirina dozê, red kirin.

Wezîrên karên derve yên ereb ji bo rawestandina şerê Xezayê bang kirin
4 îlon, 2025   23:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrên karên derve yên dewletên ereb ji bo nirxandina krîza Xezayê li Qahîrayê li hev civiyan. Wezîran banga “destwerdana bi hêz” kir ji bo ku şerê li Xezayê raweste û projeya filistînî bê parastin. 

Sekreterê giştî yê Komkara Dewletên Ereb Ehmed Ebû El Xeyt, şerê Îsraîlê bi “sînordarkirina doza Filistînê, koçberkirina gelê Filistînê” wesifand. Ebû El Xeyt destnîşan kir ku ji bo rawestandina “komkujiyê” û parastina projeya dewleta Filistînê ya serbixwe, divê xebat bê kirin. Ebû El Xeyt aşkera kir ku nêzî 150 dewletan Filistîn nas kiriye û di heman demê de biryara Amerîka ya ku rê neda şandeya Filistînê tev li civînên NY`yê bibe, şermezar kir.

Wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen El Safadî jî îşaret bi “xetereya” hewldanên Îsraîlê yên ji bo guhertina nexşerêya herêmê kir û bang kir ku li gorî stratejiyeke giştî li ser asta dewletên ereb xebateke komî bê kirin. El Safadî careke din piştgiriya hewldanên Misir, Qatar û DYA yên ji bo rawestandina şer û koçberkirina filistîniyan, kir.

Di civînê de rewşa li Lubnan, Sûdan û Sûriyeyê hatin nîqaşkirin. Wezîran piştgiriya hewldanên ji nû ve avakirina Sûriyeyê kirin û diyar kirin ku divê çek tenê di destê dewleta Lubnanê de be, tundiya li Sûdanê jî raweste. Hevkariya erebî wek pêwîstiyeke stratejîk, bê xurtkirin.

Wezîrê Îmaratê Xelîfa Şahîn El Merer jî rewş bi “kirêtîk” wesifand ku pêwîstî bi “cesareteke erebî” heye. El Merer anî ziman ku avakirina dewleteke serbixwe, çareseriya adilane ya doza Filistînê ye û divê ji wê re, piştgiriyeke navneteweyî ya ji niha mezintir bê bidestxistin û alîkariyên mirovî bê astengî bên pêşkêşkirin.

(şx)