Hêzên Zêrevaniyê yên PDK’ê bi ser gundekî Hewlêrê de girt û ciwanek qetil kir

Hêzên Zêrevaniyê yên girêdayî PDK’ê bi hêzeke mezin ve bi ser gundê Korek ê sînorê Hewlêrê de girtin û di encama êrişa PDK’ê de ciwanek hate qetilkirin û kesek dîn jî birîndar bû.

Hêzên Zêrevaniyê yên PDK’ê bi ser gundekî Hewlêrê de girt û ciwanek qetil kir
3 cotmeh, 2024   22:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsʹê hêzên Zêrevaniyê yên girêdayî PDK’ê bi hêzeke mezin ve bi ser gundê Korekî Gewre yê girêdayî Komelgeha Mela Omer ê ser bi sînorê parêzgeha Hewlêrê de girtin û di encama êrişa PDK’ê de ciwanek hate qetilkirin û kesek dîn jî birîndar bû.

Çavkaniyan ragihand ku hêzeke Zêrevanî yên PDK’ê ku ji 12 wesayîtên leşkerî yên ji cûrê Hummer û zêdetirî 50 çekdaran bi ser gundê Korekî Gewre de girtin. Piştî serdegirtinê di navbera xelkê gund û hêzên Zêrevaniyê yên PDK’ê de alozî derket. Hat zanîn ku hêzên PDK’ê bi gulebaranê bersiva gundiyan da, gundî dan ber guleyan. Di encama gulebarana çekdarên Zêrevaniyê de ciwanek (20) hate qetilkirin û kesek din jî birîndar bû.

Li gorî gotinên xelkê gund, hêzên Zêrevaniyê bêyî ku wan agahdar bikin bi ser gundê wan de girtine ku sedema vê serdegirtinê jî ewe ku xaniyek nû li gund hatiye çêkirin û çekdarên PDK’ê bi armanca rûxandina xaniyê nû hatiye çêkirin bi ser gund de girtine. Hate zanîn ku bav û bapîrên vî ciwanî jî di vî gundî de jiyane û ew gund warê bav û kalên wî bû.

Hate zanîn ku ciwanê hatiye qetilkirin navê wî Dana Mêhedîn (20) û zewicî bû.