Meclisa Şêwirê: Komplo beşek ji planên parçekirina têkiliyên Rojhilata Navîn e

Meclisa Şêwirê ya Kongreya Îslama Demokratîk destnîşan kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan beşek ji planên hegemoniya cîhanî yên parçekirina têkiliyên Rojhilata Navîn û kûrkirina krîzên neteweperestî, olî û mezhebî ye.

Meclisa Şêwirê: Komplo beşek ji planên parçekirina têkiliyên Rojhilata Navîn e
Meclisa Şêwirê: Komplo beşek ji planên parçekirina têkiliyên Rojhilata Navîn e
Meclisa Şêwirê: Komplo beşek ji planên parçekirina têkiliyên Rojhilata Navîn e
Meclisa Şêwirê: Komplo beşek ji planên parçekirina têkiliyên Rojhilata Navîn e
Meclisa Şêwirê: Komplo beşek ji planên parçekirina têkiliyên Rojhilata Navîn e
Meclisa Şêwirê: Komplo beşek ji planên parçekirina têkiliyên Rojhilata Navîn e
Meclisa Şêwirê: Komplo beşek ji planên parçekirina têkiliyên Rojhilata Navîn e
Meclisa Şêwirê: Komplo beşek ji planên parçekirina têkiliyên Rojhilata Navîn e
Meclisa Şêwirê: Komplo beşek ji planên parçekirina têkiliyên Rojhilata Navîn e
3 cotmeh, 2024   21:12
QAMIŞLO

Meclisa Şêwirê ya Kongreya Îslama Demokratîk civîna xwe ya 4 mehan li dar xist.

Di serî de mijarên civînê wiha hatin diyarkirin:

1- Helwesta Kongreya Îslama Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî geşedan û bûyerên li Rojhilata Navîn.

2- Xutbeyên Înê bi nêrîna Kongreya Îslama Demokratîk.

3- Metoda Kongreya Îslama Demokratîk di dewreyên fêkirina Quranê de.

4- Qencî û başî bingeha nêrîna Kongreya Îslama Demokratîk.

Di civînê de hat diyarkirin ku qonaxa ku herêm tê re derbas dibe ne qonaxeke asayî ye û di encama wê de çarenûsa gelên herêmê bi tevahî ji bo sed salên din dê were diyarkirin. Her wiha hat destnîşankirin ku ev bûyer di çarçoveya planên hegemoniya cîhanî yên jinûve xêzkirina nexşeya Rojhilata Navîn de ne.

Her wiha di civînê de hat gotin ku Xutbeya Înê roleke girîng di perwerdekirina civakan û nîşandana rêya rast de dilîze û bang li meclisên kantonan ên Kongreya Îslama Demokratîk hat kirin ku mijarên Xutbeya Înê li gorî rewşê û berjewendiyên civaka kantonê û nirxên Îslama civakî ya exlaqî hilbijêrin.

Di civînê de girîngî ji bo fêrkirina Quranê û pênasekirina ola Îslamê ji bo ciwanan hat dayîn.

Di civînê de biryar hat dayîn ku di meclisên kongreyê yên kantonan de Komeleya Selam a Xêrxwaz were vekirin da ku bi rêya wê qencî û başî di nav civakê de werin belavkirin û destek ji bo hewcedar û belengazên civakê were dayîn.

Der barê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de di civînê de hat destnîşankirin ku ew komplo beşek ji planên sêgoşeya hegemoniya cîhanî yên jihevxistin û parçekirina têkiliyên Rojhilata Navîn e. Her wiha ku pergala êşkence û qirkirinê ya ku hêzên hegemonîk li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê didin meşandin dozên navendî yên herêmê aloztir dikin.

Di dawiya civînê de beşdaran teqez kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan destpêka çareserkirina pirsgirêkên olî, neteweyî û mezhebî yên Rojhilata Navîn e. Her wiha banga parastina mînaka jiyana hevbeş di nav hemû pêkhateyan de û pêşxistina hevgirtina civakî hat kirin.

(mh)