Hêzên Rûsyayê di şevekê de 419 balafirên bêmirov ên Ukranyayê xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan di şeva borî de 419 balafirên bêmirov ên biçek ên Ukranyayê xistine xwarê û li rojhilatê Ukranyayê bi pêş de diçin.

Hêzên Rûsyayê di şevekê de 419 balafirên bêmirov ên Ukranyayê xistin
30 hezîran, 2026   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku pergala wê ya parastina hewayî ji duh êvarî (29 Hezîran) heya vê sibehê 419 balafirên bêmirov ên biçek ên Ukranyayê xistine xwarê. 

Li gorî wezaretê, balafirên bêmirov bajarên Belgorod, Bryansk, Korsk, Voronezh, Moskov û Qirim hedef girtin û tevahî ji aliyê pergala parastinê ve hatin rûxandin.

Li aliyekî din Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan bajarokê Bogodarovkay ê Dnipropetrovskê kontrol kir û destnîşan kir ku operasyonên wan li eniyên şer, bi taybet li derdora bajarokê Kostiantynivka ê herêma Donetskê didomin.

(sb)