Li Paweyê 2 leşkerên Îranê hatin kuştin

Li bajarê Pawe yê Rojhilatê Kurdistanê şer derket û di encamê de 2 pasdarên Îranê hatin kuştin û 2 pasdar jî bi giranî birîndar bûn.

Li Paweyê 2 leşkerên Îranê hatin kuştin
30 hezîran, 2026   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku di rojên borî de Artêşa Pasdaran a Îranê derdora bajarê Bane bombebaran kir û li Mehabadê operasyona leşkerî dabû destpêkirin, şeva borî jî li nêzî bajarê Pawe yê li herêma Hewramanê pevçûnek derket.

Li gor agahiyên berdest, heta saetên dereng ên şevê di navbera komeke çekdaran û hêzên rejîmê de şer dewam kiriye.

Li gorî çapemeniya Îranê jî di encama pevçûnê de 2 pasdarên bi navên Xalid Xaldînya û Burhan Kirîsanî hatine kuştin û 2 pasdarên din jî bi giranî birîndar bûne.

Heta niha aliyekî fermî der barê pevçûnê de daxuyanî nedane, lê li ser medyaya dijîtal komek” bi navê “Xorî Hîwa” berpirsyariya êrişa li dijî pasdarên Îranê girt ser xwe.

Di rojên borî de Artêşa Pasdaran bi 3 balafirên bêmirov êrişî derdora gundê Şîwê yê Baneyê kiribû. Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ragihandibû ku êriş nayên qebûlkirin û ger dubare bibin, dê bersiva pêwîst were dayîn.

Piştre di 28’ê Hezîranê de jî YRK’ê bi daxuyandibû ku Artêşa Pasdaran li gundê Gageş û derdora Mehabadê operasyonek daye despêkirin, di dema operasyonê de şer derketiye.