Hêzên Rûsyayê bajarokê Romanovaka kontrol kir
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê li rojhilatê Ukraynayê bajarokê Romanovka kontrol kirine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku hêzên Rûsyayê bajarokê Romanovka yê Donetskê yê li rojhilatê Ukraynayê kontrol kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin, hejmara bajarokên ku wan di çar rojan de li herêmên Donetsk, Kharkiv û Sumy kontrol kirine, bû 9 bajarok..
Li gorî daxuyaniyê " Hêzên Rûsî bi çekên bibandor û dronan êriş kirin. Di encamê de, zirar gihîşt pîşesaziyên leşkerî yên Ukraynayê, binesaziya balafirgeha leşkerî, depoyên çek û cebilxaneyê, cihên hilberîn û depokirina dronên bi çek û nuqteyên demkî yên komên çekdar ên Ukraynayê û çeteyên biyanî."
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê duh ragihandibû ku hêzên Rûsyayê sê bajarokên nû (du li Donetskê û yek jî li Herêma Sumy) kontrol kirine.
(bb)