Li Reqayê 5 donim zeviyê genim şewitî

Li bajarokê El Hemrat ê gundewarê rojhilatê Reqayê 5 donim zeviyên genim şewitî.

Li Reqayê 5 donim zeviyê genim şewitî
25 gulan, 2025   15:25
REQA

Li bajarokê El Merat ê gundewarê rojhilatê Reqayê agir bi zeviyê genim ket û 5 donim genim şewitî.

Dema şewatê, ekîbên agirkujiyê û şêniyan berê xwe dan cihê bûyerê û agir vemirandin.

Li gorî agahiyên ku şêniyan dane, ji ber çirûxska ji terektora deketî ku li nêzî zevî dixebitî, şewat çêbû.

(bb)

ANHA