Hêzên Rûsyayê 2 bajarokên din ên Ukraynayê kontrol kirin

Rûsyayê ragihand ku wê li Donetskê 2 bajarokên din kontrol kirine. Bi vê yekê re hejmara bajarokên ku di 24 saetên dawîn de kontrol kirine bû 3.

Hêzên Rûsyayê 2 bajarokên din ên Ukraynayê kontrol kirin
15 gulan, 2025   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wê bajarokên Turskoye û Novoaleksandrovka yên herêma Donetskê xistine bin kontrola xwe. 

Wezaretê duh kontrola bajarokê Mykhailivka yê li Donetskê yê li rojhilatê Ukraynayê ragihandibû.

Wezaretê der barê mijarê de ev agahî parve kirin: "Li herêmên Podliman, Drozhelyubovka, Olgovka, Andriyivka, Kupyansk, Palamarivka û Nechvolodovka yên li herêma Kharkiv û Rygorodka ya li herêma Donetskê, teşkîleyên 2 tugeyên hewayî yên êrişkar ên Ukraynayê, tugeya parastina herêmî, her wiha tugeya parêzvanên nîştimanî hatin hedefkrin."

Wezaretê daxuyand ku "Hêzên Ukraynayê nêzîkî 240 leşker, 2 wesayîtên şer ên zirxî, 11 wesayît, çar top û 3 depoyên cebilxaneyê ji dest dane.”

(bb)