Şanaz Îbrahîm Ehmed: Ev kongre ji bo jinan derfeteke

şanaz Îbrahîm Ehmed ragihand ku piştî çend salan, ev Kongre hate lidarxistin,  ji bo jinan derfetek e ku rola xwe bilîzin.

Şanaz Îbrahîm Ehmed: Ev kongre ji bo jinan derfeteke
15 gulan, 2025   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Silêmaniyê 1’emîn Kongreya NADA bi amadebûna zêdetirî 200 kesayetên jin ên ji 18 welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê, bi dirûşma ‘Bi Şoreşa Jinê Ber bi Civakek Demokratîk ve’ serê sibehê destpê kir. 

Di kongreyê de Endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed ji rojnamevanan re axivî.

Şanaz Îbrahîm Ehmed got: “Em bi salane li benda vê kongreyêne. Piştî gelek hewildan û xebata dijwar pêk hat.

Her wiha pesindayîne ji bo jinên organîzator ên vê kongreyê. Em jin berê her tiştî me ji mêran re dihiştin, lê pirsgirêk kûrtir û xirabtir bûne. Niha ev kongre ji bo jinan derfeteke ku rola xwe bilîzin.”