Şêniyên Qamişloyê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin

Şêniyên Qamişlo û koçberên Efrîn-Şehbayê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin û piştgiriya bi berxwedana şêniyên wan taxan re nîşan da.

Şêniyên Qamişloyê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
Şêniyên Qamişloyê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
Şêniyên Qamişloyê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
Şêniyên Qamişloyê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
Şêniyên Qamişloyê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
Şêniyên Qamişloyê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
Şêniyên Qamişloyê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
Şêniyên Qamişloyê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin
6 ÇILE, 2026   20:38
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişloyê yê Kantona Cizîrê bi çalakiyek protestoyî êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re nîşan da.

Çalakî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê bi tevlêbûna şêniyên bajêr, koçberên Efrîn-Şehbayê û ciwanan hat lidarxistin.

Di çalakiyê de berxwedana gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat silavkirin.

Komên girêdayî hikumeta demkî, ji vê sibehê ve bi çekên giran û dronan êrişên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê dikin, di encamê de 3 kes şehîd bûn û 17 kes birîndar bûn.

(re/fr)

ANHA