Hêzên Îsraîlê li rojavayê Şamê û Derayê tevger kir

Li rojavayê Şamê û gundewarên Derayê hêzên Îsraîlê di nava liv û tevgerê de bûn. Her wiha dronên Îsraîl li ser gundewarên Şam û Derayê digeriyan.

Hêzên Îsraîlê li rojavayê Şamê û Derayê tevger kir
31 cotmeh, 2026   15:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku dronên hêzên Îsraîl li ser herêma ji Derayê heyanî Şamê digeriyan. 

Li gorî çalakvanên herêmî jî dewriyeyeke Îsraîl ku ji 6 wesayetên leşkerî pêk dihat derbasî herêma El Krum nêzî mezreya Beyt Cin bû û herêm kontrol kir.

Îro (şemî) di saetên sibehê de hêzên Îsraîl li derdora gundê Abidîn û Wadî El Reqad ên gundewarên rojavayê Derayê bendên kontrolê danîbûn û trimbêlên diçûn û dihatin kontrol dikir. Her wiha duh bombeyên ronîkirine li ser bajarokê Brîqa yê girêdayî Quneytrayê diteqandin.

(np)

ANHA