Hêzên Îsraîlê li gundewarê Quneyterayê 3 şivan girtin

Hêzên Îsraîlî 3 şivan li zeviya Ebû Madhrayê li gundewarê Quneytrayê girtin û rê li ber cotkaran girtin ku li Wadî Abdîn li gundewarê Derayê bixebitin.

 Hêzên Îsraîlê li gundewarê Quneyterayê 3 şivan girtin
11 cotmeh, 2026   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî, dewriyeke artêşa Îsraîlê ket derdora gundê Seyda El Colan li gundewarê başûrê Quneytrayê û 3 şivan li zeviya Ebû Madhrayê girtin.

Her wiha dewriyeke Îsraîlê ku ji 3 wesayîtên leşkerî pêk dihat, ket geliyê li kêleka gundê Abdîn li herêma Yermûk a gundewarê rojavayê Derayê, rê li ber cotkaran girt ku li erdên xwe bixebitin û neçar kirin ku herêmê biterikînin. Leşkerên Îsraîlê her wiha motorsîkletêk a yek ji cotkaran xerab kir.

(k)

ANHA