Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê êrişa li dijî meclisa Til Temirê şermezar kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê êriş li dijî avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê şermezar kir û daxwaza hesabxwestina ji berpirsyarên bûyerê kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê êrişa li dijî meclisa Til Temirê şermezar kir
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê êrişa li dijî meclisa Til Temirê şermezar kir
Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê êrişa li dijî meclisa Til Temirê şermezar kir
11 cotmeh, 2026   15:21
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê der barê êrişa li ser avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Til Temirê, li pêşiya navenda xwe ya li bajarê Dirbêsiyê daxuyaniyek da, daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla endama meclisê Aya Hisên û bi zimanê erebî ji aliyê endama meclisê Dîlber Şemo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişa li dijî navendê û pêxistina agir li ser banê avahiya wê hat şermezarkirin, hat diyarkirin ku ew êrişa li ser nirxê mirovahiyê û nêzîkatiyeke şaş li hemberî hestê malbatên şehîdan û rûmeta wan e, ew ne tenê navendeke, ew cihê malbatên ku zarokên xwe ji bo dozên gel û rûmeta gel dane ye.

Di daxuyaniyê de daxwaza naskirina berpirsyariyên bûyerê û darezandina wan li gorî qanûnan hat kirin.

(sb)

ANHA