Hêzên Îsraîlê li Derayê ciwanek girt

Hêzên Îsraîlê ketin gundê Seyda El Colan ê Quneytîrayê û bi ser gundê Meriye yê Derayê de girt û li gundê Meriye ciwanek destgîr kir.

Hêzên Îsraîlê li Derayê ciwanek girt
12 tebax, 2026   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 2 wesayetên leşkerî yên hêzên Îsraîlê ketin gundê Seyda El Colan ê Quneytîrayê û operasyon kir. Piştî operasyon qediya xwe paşve kişandin. Her wiha îro ketin gundê Meriye yê Derayê û ciwanek destgîr kir.

Tevgera leşkerî ya hêzên Îsraîlê li ser xeta sînor a başûrê Sûriyeyê didome û li gund û bajarokên li ser sînor derdikevin operasyonan.

(np)