Xelkê Til Temirê derket xwepêşandanê

Şêniyên bajarê Til Temirê derketin xwepêşandanê û daxwaz kir ku pirsgirêkên wan ên xizmetguzarî, ewlehî û aborî werin çareserkirin.

Xelkê Til Temirê derket xwepêşandanê
Xelkê Til Temirê derket xwepêşandanê
Xelkê Til Temirê derket xwepêşandanê
Xelkê Til Temirê derket xwepêşandanê
Xelkê Til Temirê derket xwepêşandanê
12 tebax, 2026   12:10
HESEKÊ

Li bajarê Til Temirê gel li Kolana Şehîd Omer Baravê derket xwepêşandanê. Di xwepêşandanê de pirsgirêkên xwe yên xizmetguzarî, aborî, ewlehî û bihabûna madeyên sotemeniyê anîn ziman.

Di xwepêşandanê de daxuyanî hat dayîn û ji aliyê cîgirê hevserokên meclisa bajarokê Qibûr El Qeracna Mehmûd Ebdulezîz Mihemed û endama Meclisa Til Temirê Nalîn Sîdo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi bihabûna kel û pelan, pirsgirêka avê, elektrîkê û madeyên sotemeniyê hate kirin. Her wiha anîn ziman ku li Til Temir û gundewarên wê pirsgirêkên ewlehiyê hene û hate diyarkirin ku ev pirsgirêk bandorê li çûyîn û hatina şêniyên herêmê dike û ew nikarin rehet tev bigerin û xebatên xwe yên rojane bikin.

Şêniyên Til Temirê di berdewama daxuyaniyê de ji aliyên têkildar daxwaz kir ku pirsgirêkên wan ên ewlehî, xizmetguzariyê wekî av, elektrîk û sotemeniyê çareser bikin, binesaziya gundên ziyan dîtiye çêkin da ku koçber vegerin gundên xwe.

(np)

ANHA