Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê xelat kirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn –Helebê ji keda wan a parastina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin xelatkirin.

16 mijdar, 2025   13:36
HELEB

Ji ber keda wan a parastina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb hatin xelatkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji aliyê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ve, bi beşdariya hin partiyên siyasî, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li avahiya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Helebê hatin xelatkirin.

Di merasîma xelatdayînê, rêvebera Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Fatima El Hesîno  axivî. Fatîma bal kişand ser rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn di parastina her du taxan de di mercên zehmet de û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Rêveberê Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî) Mihemed Heyder jî anî ziman ku civak, hêzên ewlekariyê û partiyên siyasî xeleke hevgirtî ya xizmetê çêdikin. Her wiha diyar kir ku ev merasîm di çarçoveya xurtkirina vê xelekê û malavaniya endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de tê lidarxistin.

Rêveberê Hêzên Ewlekariya Hundirîn mîralayî Mehmûd Elî Merdelî got, dê erka xwe ya parastina her du taxan bidomînin.

Piştî axaftinan xalek dan Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

(bb)

ANHA