Wezîrê Perwerde û gerînendeyê Hesekê amadekariyên sala nû nîqaş kirin

Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê û gerînendeyê Perwerde û Fêrkirinê yê Parêzgeha Hesekê  amadekariyên sala nû ya xwendinê gotûbêj kirin.

Wezîrê Perwerde û gerînendeyê Hesekê amadekariyên sala nû nîqaş kirin
Wezîrê Perwerde û gerînendeyê Hesekê amadekariyên sala nû nîqaş kirin
Wezîrê Perwerde û gerînendeyê Hesekê amadekariyên sala nû nîqaş kirin
30 tebax, 2026   17:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê Mihemed Ebdurehman Tirko bi gerînendetiya Perwerde û Fêrkirinê ya Parêzgeha Hesekê Ednan Berî re civiya.

Di civînê de amadekariyên sala nû ya xwedinê, xebatên sererastkirina navendên perwerdeyê, plana vekirina dibistanên nû, dabînkirina hewayeke guncaw ji bo xwendekar û mamosteyan hatin nîqaşkirin.

Her wiha mekanîzmeya gihandina pirtûkan, pêdiviyên perwerde û lojîstîk ji bo tevahî dibistanan û dosyaya ji nû ve sazkirina sazûmaniya rêveberî û perwerdehî gotûbêj kirin.

Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê pesnê keda kadroyên perwerdeyê yên parêzgeha Hesekê û hewldanên wan ên rakirina astengiyan da. Gerînendetiyê Perwerdeyê yê Parêzgeha Hesekê anî ziman ku gerînende dê destekê pêşkêş bike û rasterast bi wezaretê re di nava têkiliyan de be.

(bb)