‘Buhayên mazot, benzîn û gazê hatin guhertin’

Li gorî dezgehên çapemeniyê Komîteya Diyarkirina Buhayên Berhemên Petrolê buhayê benzîn, gazê û mazotê guhertine.

‘Buhayên mazot, benzîn û gazê hatin guhertin’
4 îlon, 2026   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dezgehên çapemeniyê de hate gotin Komîteya Diyarkirina Buhayên Petrolê, buhayên madeyên sotemeniyê guhertine. 

Li gorî bultenê dê lîtreyeke benzîna 95 oktan bi 152 lîreyê Sûriyeyê be, lîtreyeke benzîna 90 oktan jî bi 147 lîreyî be, her wiha lîtreyeke mazotê bi 125 lîreyî be, buhayê qenîneke gaza malan bi hezar û 470 be û herî dawî buhayê gaza pîşesaziyê dê 2 hezar û 350 lîre be.

Heyanî niha têkildarî guhertina buhayê madeyên sotemeniyê tu daxuyaniyên fermî û giştîname nehatine dayîn.

(np)