Hêzên Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir

Hêzên Îsraîlê beriya merasîma definkirina cenazeyê lîderê berê yê Hizbullahê, êrişên hewayî li başûrê Lubnanê pêk anîn.

Hêzên Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran kir
23 sibat, 2025   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa National News a Lubnanê (NNA), hêzên Îsraîlê beriya merasîma definkirina cenazeyê lîderê berê yê Hizbullah Hesen Nesrallah 3 êrişên hewayî li dijî başûrê Lubnanê pêk anîn.

NNA’yê ragihand ku êriş li devera navbera Qelîla û Semahiyê ya navçeya Sûrê û herêma Mirêsih a bajarokê Ensarê hatin kirin.

Artêşa Îsraîlê duh (Şemiyê) ragihandibû ku wê deriyên sînor ê navbera Sûriye û Lubnanê de bombebaran kirine. Artêşê Hizbullah tawanbar kir ku van deriyên ji bo qaçaxçîtiya çekan bi kar tîne.

Biryar e îro merasîma definkirina cenazeyê lîderê berê yê Hizbullah Hesen Nesrallah ê 27’ê Îlona 2024’an di êrişeke hewayî ya hêzên Îsraîlê de li taxên başûrê Beyrûtê hatibû kuştin, were lidarxistin.

(bb)