Hêzên Îsraîlê bajarokên Derayê topbaran kirin

Hêzên Îsraîlê derdora bajarokên Abdîn û Koya yên gundewarê rojavayê Derayê topbaran kirin.

Hêzên Îsraîlê bajarokên Derayê topbaran kirin
13 ÇILE, 2026   21:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî diyar kir ku hêzên Îsraîlê bi guleyên topavêjan derdora bajarokên Abdîn û Koya yên Hawiza Yermûkê ya gundewarê rojavayê Derayê topbaran kirin.

Ev topbaran, hemwextî ketina rojane ya artêşa Îsraîlê li gundewarê Dera û Quneytîrayê pêk hat.

(fr)