Berxwedêrekî Şêxmeqsûdê: Yên êrişî me dikirin bi Erebî nedizanîn

Şahidê berxwedanê û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Birûsk Elî ku di berxwedanê de birîndar bû wiha got: “Me şerê DAIŞ’ê kir. Tirk jî di nav şer de hebûn. Yên êriş dikirin biyanî bûn, zimanê Erebî nedizanîn. Bi tang û topan, balafirên keşfê û çekên kîmyewî êrişî nexweşxaneyê kirin.”

Berxwedêrekî Şêxmeqsûdê: Yên êrişî me dikirin bi Erebî nedizanîn
14 ÇILE, 2026   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Du taxên ku 25 sal di dorpêçê de li ber xwe dan, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, herî dawî li hemberî çeteyên bermahiyên DAIŞ’ê yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker berxwedanek efsaneyî meşandin. Hêzên parastina herdu taxan heta dawî gel parastin, çalakiyên fedayî pêk anîn û ji bo nekevin dest guleya xwe ya dawî ji xwe re hiştin. Di dîrokê de kêm mînakên weke Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hene. 

Çeteyên bermahiyên DAIŞ’ê yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk di 6’ê Çileyê (2026) an de êrişî herdu taxan kir. Bi 42 hezar çete, tang û topan, dron û balefirên keşfê êriş kirin. Lê vîna gel û şervanan neşikandin.

Şahidê vê berxwedanê û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Birûsk Elî ku di berxwedanê de birîndar bû ji ajansa me re roj û kêliyên berxwedanê vegotin.  

Birûsk Elî dibêje, “Tişta bûyî ne tenê ji dewleta Tirk re, ji tevayî dewletên ku alîkarî dane vê êrişê bû ders. Dê berxwedana hatî kirin bikeve dîrokê.”

Sivîl û birîndar li hemberî hovîtiyê ketin jêrzemîna Nexweşxaneya Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsûdê. Lê dema çeteyan bi tang û topan, dewleta Tirk jî bi balefirên keşfê yên biçek êrişî nexweşxaneyê kir, şervanan ji bo sivîl û birîndaran biparêzin xwe li dora nexweşxaneyê kirin çember û li ber xwe dan.

“TIRK JÎ TÊ DE HEBÛN”

Birûsk Elî diyar kir ku berxwedana herî dawî li nexweşxaneyê hate kirin û wiha axivî: “Di zagonên dewletan de nexweşxane nayên bombebarankirin. Nexweşxane cihekî ku mirov tê de tedawî dibin e. Lê dewleta Tirk bi obîs, tang, hewan, dron û balefirên keşfê êrişî nexweşxaneyê kir. Lê nekarî bikeve nexweşxaneyê. Mirov çiqas qalê bike kêm e. Dema mirov di nav de be cuda ye. Em weke şervanên birîndar tê de bûn, me hemûyan biryar girt ku em xwe nadin dest wan. Me got çi jî bibe em radest nabin. Em di jêrzemîna nexweşxaneyê de birîndar, jin, zarok, kal, pîr bi hev re bûn. Di wê rewşê de jî me li ber xwe da. Hevalên birîndar bi birînên xwe ve li ber xwe didan. Bi tang û topan ketin nexweşxaneyê. Heta di wê nexweşxaneyê de kîmya hat bikaranîn. Ji bo vînê bişkîne her tişt kir. Kesên ku dihatin tevayî girêdayî Tirkan bûn. Tirk jî tê de hebûn. Yê ku pêş de dibir jî Tirk bûn.”

“ME ŞERÊ DAIŞ’Ê DIKIR”

Birûsk Elî da zanîn ku yên şerê wan dikirin nedizanîn bi zimanê Erebî biaxivin û got: “Hemû biyanî bûn. Me şerê DAIŞ’ê dikir.”

Birûsk Elî îdiayên dewleta Tirk û çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê derewandin û wiha axivî: “Dibêjin QSD li wir e, QSD ne li wir bû. Hemû zarokên taxê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn. Her kesî dît ku QSD ji taxan derket, lê ev çeteyên hov, hovîtiyê li hember gelê Kurd û gelan dikin. Mirov dixwaze xwe di rûyê wan de biteqîne jî hindik e.”

Birûsk Elî wiha qala lehengiya şehîdan kir: “Coş û moralê hevalan mirov nikare bîne ziman. Li ser hevalên şehîd em çiqasî biaxivin hindik e, weke heval Ziyad. Heval Ziyad fedayîyek bû.”

(bî/fr)

ANHA