Hêzên Îsraîlê 2 caran ketin gundekî Quneytîrayê

Hêzên artêşa Îsraîlê 2 caran ketin gundê Kodene yê Quneytîrayê ku li herêma tampon e.

Hêzên Îsraîlê 2 caran ketin gundekî Quneytîrayê
24 mijdar, 2025   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzeke Îsraîlê ku ji 6 wesayitên leşkerî pêk dihat, kete gundê Kodena yê Quneytîrayê ku di nava herêma tampon de ye. Hêza Îsraîl paşê ji gund vekişiya.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecih hatine wergirtin, piştî demeke kurt hêzeke din a Îsraîlê kete heman gundî.

Hêzên Îsraîlê gelek caran derbasî deverên Sûriyeyê yên nêzî sînor dibin, bendên kontrolê datînin û lêgerînê pêk tînin.

(k)