Girteka hevdîtina bi Rêber APO re dê pêşkeşî komîsyonê bê kirin

 Tê payin ku girteka hevdîtina şandeya Komîsyona Meclisa Tirkiyê bi Rêber Abdullah Ocalan re dike pêşkeşî Serokê Meclisa Tirkiyê  û komîsyonê bike.

Girteka hevdîtina bi Rêber APO re dê pêşkeşî komîsyonê bê kirin
24 mijdar, 2025   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re çûn Îmraliyê. 

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz û Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyîn Yayman dê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.

Tê payîn ku wê   Girtekên hevdîtinê dê 10 salan veşarî bên girtin. Rêber  Abdullah Ocalan di hevdîtinê de sedemên derketina PKKê, tifaqa Tirk-Kurdan, hewldanên aştiyê, pêşniyarên çareseriyê û pêvaoya çêkirina zagonan nirxandinan bike.

Dê girteka hevdîtinê pêşkeşî Meclis û Serokê Meclisa tirkiyê Nûman Kurtulmuş were kirin. Kurtulmuş jî dê dê van girtekan pêşkeşî komîsyona ku ji 51 wekîlan pêk tê bike. Tê gotin ku dê ev girtek di civîna komîsyonê de ji hêla endamên komîsyonê ve were nirxandin.