Lîstikvanên şanoyê: "Tabloya Hode" peyamekê ji bo pêşveçûna zarokan dide

Lîstikvanên şanoya "Tabloya Hode" destnîşan kirin ku şano, bi pêşandanên xwe, gelek peyaman digihîne zarokan û dibe alîkar bo pêşveçûna wan a ramyarî. Wan bi rêya lîstikê ji zarokan xwest ku balê bikişînin ser xwendina xwe û ji medyaya civakî dûr bikevin.

Lîstikvanên şanoyê: "Tabloya Hode" peyamekê ji bo pêşveçûna zarokan dide
29 gulan, 2026   12:21
QAMIŞLO

Komîna Şanoya Cizîrê di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de li Navenda  Mihemed Şêxo lîstikek komedî ya zarokan bi navê "Tabloya Hode" pêşkêş kir, ku 5 lîstikvan û stranbêjek tê de beşdar bûn.

Derhêner û lîstikvanên "Tabloya Hode" ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re li ser lîstikê û girîngiya şanoyê di perwerdeya zarokan de axivîn.

ME XWEST TIŞTEKÎ  KU JI ZAROKAN RE KÊFXWEŞIYÊ BÎNE PÊŞKÊŞ BIKIN

 Lîstikvana şanoyê, ku rola "prensesê" lîst, Perwîn Heysem Hecî got: "Ez niha bi şanoyê re mijûl im, û bi rêya wê, em gelek peyaman digihînin zarokan. Em wan, bi rêya lîstika xwe, teşwîq dikin ku li ser xwendina xwe bisekinin, dema xwe bi bandor birêve bibin, û girîngiya veqetandina demê ji bo çalakiyên sûdmend û dûrketina ji telefonên xwe haydar bin. Em her wiha gelek dersên hêja bi awayekî komed' pêşkêş dikin."

Viyan Îdrîs Betal (19 salî), ku di lîstikê de rola "şahbanûyê" lîst, bot: "Ev şano ji bo zarokan hatiye veqetandin, û min xwest bi van dîmenan tiştek pêşkêş bikim ku dê ji wan re kêfxweşiyê bîne. Ev cara yekem e ku em berhemeke wisa pêşkêş dikin, û armanca wê ew e ku di betlaneya cejnê de kêfxweşiyê bîne rûyê zarokan."

ŞANOYA ZAROKAN ZÎHNIYET AVA DIKE

Welîd Omer, derhênerê şanoyê, got: "Ez ji şanoya zarokan hez dikim ji ber ku ew di cîhana me de sûdmend e, û zihniyetê ava dike, bi taybet di vê serdema medyaya civakî de, ku dema zarokan dixwe.

Ji ber vê yekê, em ê vê xebatê di betlaneyên Cejnê de pêşkêş bikin da ku zarok li şûna ekranan werin şanoyê."

(k)