Hêzên Îranê 12 Kurd qetil kirin

Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku di 11 rojên xwepêşandanan de 12 xwepêşanderên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin û 200 xwepêşander jî hatine binçavkirin.

Hêzên Îranê 12 Kurd qetil kirin
7 ÇILE, 2026   17:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê nasnameya xwepêşanderên ji aliyê rejîma Îranê ve hatine qetilkirin û binçav kirin raporek weşand.

Li gorî raporê, ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve, zêdetirî 12 xwepêşanderên Kurd li Îlam, Kirmaşan û Loristan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine qetilkirin.

Her wisa li gor raporê, zêdetirî 200 xwepêşanderên Kurd li Îlam, Kirmaşan, Loristan, Sine, Tehran û Xorasana Bakur hatine binçavkirin.

Her wisa hate ragihandin ku, ji destpêka xwepêşandanan ve li Îlam, Kirmaşan û Sineyê 20 zarokên di bin 18 salî de hatine girtin û rastî êrişên zayendî hatine.

Hêjayî gotinê ye ku di 28’ê Kanûna 2025’an de, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji ber krîza aborî, siyasî û civakî xwepêşandanan li dijî rejîma Îranê  destpê kirin. Tevî ku hêzên rejîma Îranê bi awayek hovane û dirindane bi çekan êrişî xwepêşanderan dike, xwepêşanderan qetil dike, birîndar dike, binçav dike, direvîne jî, lê hêrsa gel ya li dijî rejîma Îranê kêlî bi kêlî zêdetir dibe û bi vî awayî xwepandan roj bi roj li bajar û navçeyan belav dibin.