’Hamasê xwe ji danûstandinên Xezayê kişand

Hamas ji danûstandinên agirbestê yên li Şerîda Xezayê vekişiya. Navbênkaran der barê rewşa mirovî li Xezayê hişyarî da.

’Hamasê xwe ji danûstandinên Xezayê kişand
1 tebax, 2025   17:27
NAVENDA NÛÇEYAN

CNN`ê ji zimanê du çavkaniyan ragihand ku Hemasê xwe danûstandinên derbarê agirbestê li Xezayê kişandiye.

Rojnameya Îsraîlî The Jerusalem Post roja Çarşemê ragihand ku Hamas danûstandinên ji bo agirbestê li Xezayê bi guhertinên rewşa mirovî ya li Xezayê ve girêdide.

Rojnameyê ku xwe dispêra her du çavkaniyan eşkere kir ku Hamasê navbeynkaran agahdar kiriye ku heta rewşa mirovî ya li Xezayê baştir nebe, ew ê nekeve danûstandinan.

Niha danûstandin rawestiyane, û navbeynkar hişyarî dan eger danûstandin dîser dest pê nekin, dê dê rewşa mirovî li hundirê Xezayê xerbatir bibe.

(ac)

ANHA