Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlib û Helebê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê başûr û rojhilatê Idlibê û rojavayê Helebê topbaran kirin. Her wiha duh di êrişa çeteyên Heyet Tehrîr El Şam a li dijî Foca 46’an a de leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin.

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Idlib û Helebê topbaran kirin
22 ÇILE, 2024   14:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran derdora gundê Fitîra yê çiyayê El Zawiye yê li başûrê Idlibê, bajarokê Teftenaz û derdora bajarokê Tiûm ê li rojhilatê Idlibê û gundên Kefertila, Wasata û Qesir ên rojavayê Helebê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku duh di êrişa çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê ya li dijî eniya Foca 46’an a li rojavayê Helebê de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê hatiye kuştin. Her wiha çeteyekî yê ji bajarokê Meret Hermê yê Idlibê jî hatiye kuştin.

(şx)