Hevkariya gel û saziyên xizmetguzariyê ya dijî êrîşan
Komîn û meclîsên Kobanê êrîşên dagirkeriyê ku binesaziya herêmê dikin hedef, şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê hevkariya saziyên xwe bikin.
Meclîs û komînên Kobanê bi mebesta şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û destekdayîna saziyên rêveberiya xweser daxuyaniyek da çapemeniyê.
Daxuyanî li pêşiya Stasyona Enerjiyê ku 14'ê Çileyê ji aliyê artêşa dewleta Tirk a dagirker ve hatibû bombebarankirin û di encamê de tevî navenda Kobanê 360 gund bê kehrebe hatibûn hiştin, hat dayîn.
Hevserokê Meclîsa Bajarê Kobanê Mistefa Êto li ser navê girseyê axivî û êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin. Mistefa Êto da zanîn ku ev êrîş sûcekî mirovahiyê ye got: “Em ê weke meclîs û komînan heta dawiyê bi saziyên xwe yên xizmetguzariyê re bin. Em ê destek bidin rêveberiya Stasyona Kehrebeyê.”
Êto da zanîn ku rêveberiya enerêjiyê bi şev û roj kar dike ku pêdiviyên gel bicîh bîne û ji ber keda wan spasiyên xwe pêşkêş kirin.
Hevserokê Ofîsa Enerjiyê ya Herêma Firatê Welîd Ciman jî spasiya meclîs û komînan kir û got ku ew ji bo xizmeta gel tişta ji destê wan tê bikin.
Welîd Ciman xwest ku di van demên zehmet de gel jî piştgiriya wan bike û tasarufê (kêm bikaranînê) bikin.
ANHA
(EKÎB)