Li Qamişlo û Kobanê merasîma sersaxiya şehîd Nûdem Wan

Şêniyên Qamişlo û yên Kobanê tev li merasîmên sersaxiyê yên şehîd Nûdem bûn ku li her du bajaran hatine lidarxistin.

22 ÇILE, 2024   13:31
QAMIŞLO

Şêniyên Qamişloyê û endamên sazî û rêxistinên civakî tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Nûdem Wan bûn. Konê sersaxiyê li taxa Qidûrbek a Qamişloyê hatiye vedan. 

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo axivî û ji malbat û hevalên şehîdê re sersaxî xwest.

Şemsîxan Gulo di axaftinê xwe de li ser kesayeta jina azad û berxwedêr sekinî û wiha dom kir: "Şehîd Nûdem Wan yek ji kesayetên wêrek ku bi fikrên Rêber Apo xeta azadiya jinan nas kir û tev li rêxistinê bû. Bê dudilî ji bo pêkanîna azadiya hemû jinan, sînor derbas kirin û hate Rojavayê Kurdistanê, pêşengî ji şoreşê re kir.”

Her wiha endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Semîra Mihemed jî got: "Şehîd Nûdem tev li berxwedana Kobanê û Serêkaniyê bû, bi cesaret li hemberî dagirkeran şer kir. Li Qamişloyê jî kar û xebat da meşandin, gel bi rêxistin kir û hezkirina xwe xist dilê biçûk û mezinan. Niha divê em jî bi vî rihî tev bigerin û xebatê bidin meşandin, xwe zêdetir bi rêxistin bikin û çalakiyên xwe xurttir bikin û li hemberî deweleta Tirk a dagirker û êrişên wê, têkoşîn û berxwedanê mezin bikin. Tenê bi vî rengî wê serkeftin û azadî dê para me be."

Şehîd Nûdem Wan şervaneke YPJ`ê bû. Di 17`ê Çileyê de ji ber nexweşiyê şehîd bûbû. Duh li Kobanê li Pakrewangeha Şehîd Dîcle hatibû oxirkirin.

KOBANÊ

Li Kobanê jî bi sedan şêniyên kantona Firatê û saziyên wê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Nûdem Wan (Sakîne Kaya) û şehîd Rêzgar Çavreş (Ronîcan Hemo) bûn ku li Pakrewangeha Şehîd Dîcle hat lidarxistin.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Adil Hecî axivî û got: "Li çiyayên Azad li hemberî dagirkeriyê gerîlayên azad tê dikoşin. Dixwazin civaka Kurd û gerîla bê îrade bikin û tune bikin. Lê gelê her çar parçeyên Kurdistanê soza wê yekê da û rêya berxwedanê şopand.”

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Gêlo Îsa jî got: "Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê xwestiye vîna gel têk bibe. Îran jî rojê carekê Hewlêrê dike hedefa xwe, dewleta Tirk a dagirker jî rojê carekê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedefa xwe. Ev nîşan didin ku dijminê doza Kurd hev girtine û dixwazin destkeftiyên Rêveberiya Xweser tune bikin. Dewleta Tirk aşkera dibêje em ê wan tune bikin, lê nikarin.”

Rêveberiya Meclisa Jinan a Kantona Firatê Cîhan Derwêş jî diyar kir ku  dewleta Tirk siyaseta înkar û tunekirina neteweya Kurd daye ber xwe, her carê derbekê ji gerîla dixwe û dev diavêje binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Dewleta Tirk bi destê sîxuran xwestiye jinên pêşeng tune bike, lê her cihekî ku îradeya jinan lê be, dê berxwedan lê be. Dewleta Tirk ji îradeya jinan ditirse, loma dike hedefa xwe.”

Sersaxî dê heta danê êvarê dewam bike.