Hêzên hikumeta demkî êrişî Siwêdayê kir: Şervanek hat kuştin

Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê hewldana hêzên hikumeta demkî ya ketina bajarokê Mecdel têk bir û ragihand ku şervanekî wê hatiye kuştin.

Hêzên hikumeta demkî êrişî Siwêdayê kir: Şervanek hat kuştin
9 ÇILE, 2026   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hêzên hikumeta demkî di saetên serê vê sibehê de ji bajarokê Mensûrayê, eniya bakurê rojavayê bajar topbaran kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di encama topbaranê de şervanekî Hêzên Parêzvanên Nîştimanî hat kuştin.

Fermandariyê daxuyand ku "Di heman demê de komeke dijber ji bajarokê Mezrayê hewl da li bajarokê Mecdelê bikeve nuqteyeke leşkerî, piştre bi dronan êriş kir. Hêzên me hewldan têk bir,  maşîneyeke koma êrişkar îmha kir û rewşa meydanî li hemû eniyan kontrol kir."

(b)