Malbatek 16 saetan di bin kavilan de ma, bav şehîd bû

Ji ber êrişên çeteyên hikumeta demkî Ii Şêxmeqsûdê avahiyek bi ser malbatekê de hat xwarê, birîndarên ku piraniya wan zarok bûn, 16 saetan di bin kavilan de man. Bav jî şehîd bû.

Malbatek 16 saetan di bin kavilan de ma, bav şehîd bû
Malbatek 16 saetan di bin kavilan de ma, bav şehîd bû
Malbatek 16 saetan di bin kavilan de ma, bav şehîd bû
Malbatek 16 saetan di bin kavilan de ma, bav şehîd bû
Malbatek 16 saetan di bin kavilan de ma, bav şehîd bû
Malbatek 16 saetan di bin kavilan de ma, bav şehîd bû
Malbatek 16 saetan di bin kavilan de ma, bav şehîd bû
Malbatek 16 saetan di bin kavilan de ma, bav şehîd bû
9 ÇILE, 2026   11:31
HELEB

7`ê Çileyê saet di 03.34`an de guleyek topê ya çeteyên hikumeta demkî li mala Hesen Mihemed Hesen a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê ket. Di encamê de xanî bi ser endamên malbatê de (6 kes) hilweşiya ku piraniya wan zarok bûn û di bin kavilan de asê man. Ji ber topbarana bênavber malbat nêzî 16 saetan di bin kavilan de asê ma û şêniyên taxê nekarî alîkariya wan bikin.

Şêniyan û tîmên alîkariya karî zarokan ji bin kavilan derxin lê bav Hesen Mihemed Hesen (42) şehîd bû.

Cemal Kilê yê şêniyê taxê ku tev li hewldanên rizgarkirinê bûye, ji nûçegihanê me re got: "Me dengê zarokan di bin kavilan de dibihîst, lê topbarana giran rê nedida ku em nêzîk bibin. Her cara ku me hewl dida pêşve biçin, top dîsa diketin.”

Cemal Kilê diyar kir ku topbarana berdewam a bi saetan şênî neçar kirin ku li bendê bimînin heya ku topbaran kêm bibe, di dawiyê de piştî 16 saetan di bin kavilan de man, wan karî birîndaran û cenazeyê xwediyê malê derxin.

Li gorî daneyên berdest, di êrişan de 75 sivîl şehîd an jî birîndar bûne.

(k)

ANHA