Şêniyên Dêrazorê êrişên li ser Helebê şermezar kirin

Şêniyên kantona Dêrazorê êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêde şermezar kirin û got: "Hikumeta heyî li şûna ku rûmeta gelê xwe biparêze, bi aliyên derve re li ser hesabê gelê Sûriyeyê lihevkirinan dike û berjewendiyên demkî û şexsî li ser cenazeyên sivîlan ava dike."

Şêniyên Dêrazorê êrişên li ser Helebê şermezar kirin
9 ÇILE, 2026   10:27
DÊRAZOR
FATIMA EL EBID

Şêniyên kantona Dêrazorê têkildarî êrişên çeteyên hikumeta demkî yên desteka xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin ên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêde ji me ajansa me re axivîn. Şêniyan êriş bi tundî şermezar kirin û bi binpêkirineke tevahî nirxên mirovî û exlaqî bi nav kirin.

Şêniyê bi navê Deham El Rewam ê ji bajarê Hecînê êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêde şermezar kirin û gotin: "Ev êriş binpêkirina sivîlan e û hedefgirtina kesên ku dixwazin tenê bi ewle li malên xwe bijîn.

El Rewam diyar kir ku "Dorpêçkirina taxan, qutkirina pêdiviyên sereke wekî nan, derman û sotmenî, hiştina şêniyan rûbirûyî birçîbûn, tirs û sermayê cezayeke giştî ye ku tu hincet jê re tune ne. Di heman demê de binpêkirineke mezin a tevahî nirxên mirovî û exlaqî ye."

Şêniya bi navê Nehla El Hemed jî îşaret pê kir ku neçarkirina malbatan ku malên xwe biterikînin, tirsandina jin û zarokan û binpêkirina hurmetiya taxan binpêkirineke xeternak a tevahî xetên sor e.

Ji rêveberên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Dêrazorê Xîtam Salih jî got "Îro jî em dibin şahidên dubarebûna senaryoyên heman rêbazên kevin. Sûriyeyî careke din dibin hedefa rasterast û di bin rehma çek û tevliheviyan de tên hiştin. Lê bersiv nayê dayîn û hesab nayê xwestin."

Xîtam Salih anî ziman destûrdayîna komên çekdar ku li taxên niştecihan bidin bêyî berisv were dayîn, gefeke rasterast li ser jiyana sivîlan çêdike û tirsê dixe dilê xelkê li şûna ku bêne parastin.

Hevseroka Desteya Çavdêriyê ya kantona Dêrazorê Îman El Mihêmîd anî ziman ku hikumet li şûna ku rûmeta gel biparêze li ser hesabê xwîna gelê Sûriyeyê dikeve nava lihevhatinên derve û wiha got: "Heya roja me ya îro zarok, jin û sivîl bi giştî rasterast tên hedefkirin. Ma gelê Sûriyeyê çi guneh kiriye? Her kes dizane yên tên hedefkirin mirovên normal in ku bi salên dirêj zulm û zor dîtine û li hêviya xilasiyê bûn, lê dîtin ku rêbazên berê dubare dibe û ji ya berê hovtir û dijwartir e. Hikumeta heyî li şûna ku rûmeta gelê xwe biparêze, bi aliyên derve re li ser hesabê gelê Sûriyeyê lihevkirinan dike û berjewendiyên demkî û şexsî li ser cenazeyên sivîlan ava dike. Bi çi mentiqî ev nêzîkatiyên li hemberî gel tên rewakirin."

(b)

ANHA