QSD: Serçeteyekî DAIŞˊê li Reqayê hat kuştin

QSDˊê ragihand ku di operasyoneke hevbeş de bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re li Reqayê serçeteyekî DAIŞˊê hat kuştin.

QSD: Serçeteyekî DAIŞˊê li Reqayê hat kuştin
24 adar, 2024   19:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku Yekîneyên Têkoşîna Dijî Terorê (YAT) ên girêdayî wê duh li navenda Reqayê operasyoneke ewlehî li dijî berpirsekî fînansekirina şaneyên çeteyên DAIŞˊê pêk anî.

QSDˊê anî ziman ku operasyon bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat. Hêzên wan bi ser cihê terorîst ˊSemîr Xidir Şerîf El Şîhanˊ de ku hemwelatiyê Iraqê girt. Piştî cih hat dorpêçkirin, hêzan bang li wî kir ku xwe radest bike, lê wî red kir û gule barandin. Bi wê re hêzan bersiv da û hat kuştin.

Di operasyonê de mîqdareke çek û cebilxane hatin desteserkirin:

8 telefon.

Belgeyên takakesî.

Alaveke WIFI.

Dabanceyek.

3 mexzenên (cercûr) dabanceyan

Kamereyek.

Dolarên amerîkî.

QSDˊê diyar kir ku ew ê bi ser şaneyên rêxistina DAIŞˊê ya terorîst de bigirin û herêmê ji teror û qirêjiya wan paqij bikin.

(fr)