Hêzên ewlekariyê sedemên bûyerên rû dane aşkera kirin

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Parêzgeha Hesekê Hisên Ehmed Zuhdî diyar kir ku yek ji sedemên sereke yên dizî û serdegirtina bi hêza çekê ku di demên dawîn de zêde bûne, belavbûna motorsîklêtan e.

Hêzên ewlekariyê sedemên bûyerên rû dane aşkera kirin
4 hezîran, 2026   13:55
HESEKÊ
BOTAN- HISÊN

Di demên dawîn de diyardeya kuştin, dizî û serdegirtina bi hêza çekê li Hesekê zêde bûn. 1‘ê Hezîranê cenazeyê ajokarekî teksiyê bi navê Mehmûd Mihemed Yûnis piştî çend rojan winda bûbû, lê xaçerêya gundê Zîbe yê bajarokê Sifeyayê hat dîtin. 

Têkildarî sedemên van bûyeran û tedbîrên ku hatine girtin, ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Parêzgeha Hesekê, Hisên Ehmed Zuhdî ji ajansa me re axivî.

Hisên Ehmed Zuhdî anî ziman ku di encama lêkolînkirina rewşa ewlehiyê, gilî û agahdariyên li ser van sûcan de derket holê ku sedemên van sûcan belavbûna motorsîklêtan e û got: "Li ser vê yekê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hemû tedbîrên pêwîst girtin da ku rê li ber diyardeyên dizî û desteserkirina bi tundiyê werin girtin."

Hisên Zuhdî destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn gelek dosyayên girêdayî torên dizî û talankirina bi tundiyê çareser kirin.

Têkildarî tedbîrên hatine girtin Zuhdî ev tişt got: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn karekî mirovî û exlaqî dike. Ev kar jî parastina civakê, milkên giştî û yên taybetî ên welatiyan û xurtkirina ewlehiyê ye. Li ser vê yekê der barê rêyên li derveyî bajar gelek tedbîr hatine girtin, ji wan nuqteyên sabit hatin avakirin û dewriyeyên gerok li ser rêyan tên meşandin. Ji bo parastina rêyan nuqteyên taybetî hatin avakirin. Her wiha hin beş û qereqol hatin çêkirin da ku tedbîrên ewlehiyê bişopînin û rê li ber sûcan bên girtin. Di hundirê bajar de tedîbrên ewlehiyê jî hatine asêkirin, bendên kontrolê yên sabit hatin danîn û dewriye 24 saetan digerin."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li bajarê Hesekê dest bi pêkanîna tedbîrên ewlehiyê yên tund kiriye. Li gorî daxuyaniyê armanca tedbîrên ewlehiyê yên tund ew e ku kesên ku ji hêla qanûnê ve têne xwestin, werin girtin û sûc û binpêkirin werin kêmkirin. Her wiha kontrolkirina hemû binpêkirinên ku ewlehiya civakê û ewlehiya welatiyan dixe xetereyê, rêkxistina trafîkê û qedexekirina motorsîkletên ku li derveryî biryarnameyên berê hatine derxistin, tev digerin. Di daxuyaniyê hat gotin ku hemû beş û yekîneyên girêdayî Hêzên Ewlekriya Hundirîn tev li operasyonê bûne.

Hêzên ewlekariyê her wiha çûn û hatina motorsîklêtan qedexe kir.

(bb)