Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya endamekî xwe li navçeya Til Hemîs a kantona Cizîrê şehîd bû, aşkera kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir
28 nîsan, 2024   20:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya endamekî xwe ku li navçeya Til Hemîsê şehîd bû, bi daxuyaniyekê aşkera kir.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Endamê hêzên me Nîdal El Mihemd dema li ser erka xwe ya parastina xak û gelê xwe li Til Hemîsê şehîd bû. Kesên nenas nuqteyeke ewlehiyê ya hêzên me di 25ˊê Nîsanê de hedef girt, di encamê de Nîdal El Mihemed şehîd bû.

Nav û paşnav: Nîdal El Mihemed

Navê bav: Îbrahîm

Navê dayikê: Necme

Cih û dîroka tevlêbûnê: Til Hemîs-14/8/2017ˊan

Cih û dîroka şehadetê: Til Hemîs-25/4/2024ˊan.

Ji ber vîna xwe ya mezin a parastina xel û welatê xwe şehîd Nîdal tev li Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû. Di karên xwe de dudilî nebû. Di oxira welat gelek xizmetên mezin pêşkêş kirin. Bi hezkirin û duristî erkên xwe ji bo gel pêk dianî. Her tim hewl dida xwe bi pêş bixe.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn, sersaxiyê ji malbata şehîd Nîdal re dixwazin û bejna xwe li hember fedakariyên şehîdên di oxira parastina gel de canê xwe feda kirine, ditewînin. Em ê bi hemû hêza xwe destkeftiyên şoreşê biparêzin û civakeke ewle û aram pêk bînin."

(fr)