Sewqiyetên leşkerî gihaştin Siwêdayê

Piştî komên welatiyan efser û endamên hêz û saziyên ewlehiyê girtin, hêzên hikumeta Şamê sewqiyetên şandin Siwêdayê.

Sewqiyetên leşkerî gihaştin Siwêdayê
28 nîsan, 2024   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Siwêda 24 aşkera kir ku beriya çend kêliyan hêzeke mezin a hikumeta Şamê di rêya Şamê re gihaşt Siwêsayê. Hêzan berê xwe da balafirgeha leşkerî ya Xelxele. 

Malperê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan diyar kir ku sewqiyet ji zêdetirî 50 erebeyên li ser doçka, erebeyên leşkeran, loderên li ser wan tank pêk hat.

Ji pêncşemê ve saziyên ewlehiyê hêzên cuda ber bi Siwêdayê ve dişîne. Ew hêz li navendên ewlehî û leşkerî yên li hundirê bajêr, muxaberat Cewiyê, ewlehiya leşkerî û ewlehiya dewletê belav bûn. Lê hêzên Şamê sedema şandina wan hêzan aşkera nekir.

(fr)