ˊEm nahêlin ewlehî û îstîqrara herêmên me were têkbirinˊ

Xelkê Tirbespiyê cenazeyê şehîd Dilşad Hesen oxir kir û soz da ku heta serkeftinê li ser soza şehîdan bin.

ˊEm nahêlin ewlehî û îstîqrara herêmên me were têkbirinˊ
ˊEm nahêlin ewlehî û îstîqrara herêmên me were têkbirinˊ
ˊEm nahêlin ewlehî û îstîqrara herêmên me were têkbirinˊ
ˊEm nahêlin ewlehî û îstîqrara herêmên me were têkbirinˊ
ˊEm nahêlin ewlehî û îstîqrara herêmên me were têkbirinˊ
28 nîsan, 2024   20:21
QAMIŞLO

Bi sedan xelkê Tirbespiyê ya kantona Cizîrê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Dilşad Elî Hesen ê ku di 27ˊê Nîsanê de di encama nexweşiyê de şehîd bû, li Goristana Şehîd Dilşêr a gundê Gugirê oxir kir.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdî Xelef sersaxî da malbata şehîd û tevahî pêkhateyan û got: "Me gelek fedakarî dan û em amade ne di oxira şoreşê de hîna bidin."

Her wiha li ser navê Kongreya Îslama Demokratîk şêx Elaedîn Mihemed li ser cihê şehîd û rola wan di parastina gel û xakê de axivî û got: "Hemû ol rêzê ji şehîdan re digirin. Ji ber ku şehîd mirovan ji zulm, koletiyê rizgar dike û ber bi serkeftin û azadiyê ve dibe."

Li aliyekî din jî yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fener Temê soza şopandina rêça şehîdan da û got ew nahêlin aramî û ewlehiya herêmê bê têkbirin.

Apê şehîd li ser navê malbatê axivî û got: "Soza me ew e ku em têkoşîn û berxwedanê li dijî tevahî dagirker û dijminan bimeşînin."

Dûre Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

(fr)