Çalakiya hunerî ya Tevgera Hîlala Zêrîn li Helebê di roja duyemîn de berdewam e

Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo û Yekitiya Hunermendan, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye, ji bo piştgiriya ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo avakirina netewa demokratîk bi rêya komînan, çalakiyeke hunerî li darxistibû. Çalakî bi pêşandana berhemên hunerî di roja duyemîn de berdewam e.

Çalakiya hunerî ya Tevgera Hîlala Zêrîn li Helebê di roja duyemîn de berdewam e
Çalakiya hunerî ya Tevgera Hîlala Zêrîn li Helebê di roja duyemîn de berdewam e
Çalakiya hunerî ya Tevgera Hîlala Zêrîn li Helebê di roja duyemîn de berdewam e
Çalakiya hunerî ya Tevgera Hîlala Zêrîn li Helebê di roja duyemîn de berdewam e
Çalakiya hunerî ya Tevgera Hîlala Zêrîn li Helebê di roja duyemîn de berdewam e
Çalakiya hunerî ya Tevgera Hîlala Zêrîn li Helebê di roja duyemîn de berdewam e
Çalakiya hunerî ya Tevgera Hîlala Zêrîn li Helebê di roja duyemîn de berdewam e
25 tebax, 2025   23:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Hîlala Zêrîn, bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo û Yekîtiya Hunermendan, çalakiyên xwe yên hunerî li Helebê bi dirûşma "Bi çanda xwe, em komîna civaka demokratîk vejînin" didomîne. Çalakî di çarçoveya piştgiriya ramanên Rêber Abdullah Ocalan ê ku li şûna dewleta neteperest û xurtkirina çanda netewa demokratîk bi rêya komînan pêşkêş kiriye, hate lidarxistin. 

Çalakî ji duh ve li Komîna Şehîd Murad a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariyeke berfireh ji endamên komînan dest pê kiribû. Di çalakiyê de stran, şano hatin pêşandan ku giyanê berxwedanê rave kir û bal kişand ser astengiyên li pêşiya ciwanan derdikevin.

Di roja duyemîn de, çalakî di Komîna Şehîd Duran a li heman taxê de li dar ketin. Beşdariyeke balkêş a şêniyan hebû ku nîşan dide çawa civak fikrê komînê qebûl kiriye û wê wek rêxistinbûyîneke alternatîf dibîne ji bo ku nirxên edaletê, wekheviyê û aştiyê bisepîne.

Hunermendan berhemên xwe yên folklorî û şano pêşandan. Şano li ser rewşa civakî û derûnî ya ciwanan bû ku bi rêya wê teqezî bi girîngiya parastina nasnameya çandî û têkoşîna komî hate kirin.

Berpirsên çalakiyê, diyar kirin ku çalakî dê heta roja înê bidome, her carê dê di komîneke taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye de li dar keve.

(ac/şx)

ANHA