Jinên ji Dêrazorê: Em hewldanên biçûkxistina me napejirînin

Jinên ji kantona Dêrazorê diyar kir ku ew Danezana Destûrî ya destilata Şamê napejirînin û diyar kir ku Sûriyeyeke nû bêyî dengê jinan û beşdariya wan a çalak nayê avakirin.

Jinên ji Dêrazorê: Em hewldanên biçûkxistina me napejirînin
18 nîsan, 2025   05:15
DÊRAZORÊ
FATMA EL EBID

Jinên endamên rêxistinên civaka sivîl ên ji kantona Dêrazorê diyar dikin ku Danezana Destûrî ya desthilata Şamê polîtîkayên dûrxistin û biçûkxistinê dubare dike, nemaze ji ber ku nûnertiya jinan hatiye paşguhkirin.

Hevseroka Nivîsgeha Xizmetguzariyan a gundewarê rojhilatê Dêrazorê Menal El Ehmed got: "Destûreke ku tenê hebûna sembolîk dide jinan, neheqiyê didomîne. Ev destûr rastiya jinên Sûriyeyê nîşan nade, yên ku bûne hevparên têkoşînê, ji dema şoreşê heta jinûveavakirina civakê. Paşguhkirina jinan tê wateya dûrxistina wan.”

Menal El Ehmed her wiha got: "Jinên Sûriyeyê hêza xwe ya ji bo bidestxistina destkeftiyan di warên cuda yên siyasî, aborî û civakî de îspat kiriye."

Endama Komîteya Jinan a gundewarên rojhilatê Dêrazorê Kelsûm El Emîn diyar kir ku avakirina hikumeteke ku jinan li derveyî xwe bigire berdewama nêzîkbûna biçûkxistina jinan e û got: "Ev nêzîkatî binpêkirina prensîbên dadmendî û wekheviyê ye û nîşan dide ku desthilatdariya Şamê rola rasteqîn a siyasî û civakî ya jinan nas nake.”

Kelsûmê tekez kir ku Danezana Destûrî ya desthilata Şamê tu şêweyekî nûneratiya adil garantî nake, lê siyaseta dûrxistinê bihêztir dike.

Endama Ofîsa Arşîvê Sûad El Salih jî got jinên Sûriyeyê tu carî nebûne temaşevanên dîrokê, lê belê bûne çêkerên dîrokê. Her wiha got: "Ji têkoşîna azadiyê bigire heta tevlêbûna siyasî, jinan di refên herî pêş de cih girtine, lewma em tu hewldanên biçûkxistina wan û desteserkirina rola wan qebûl nakin.”

Endama Nivîsgeha Aborî Cinan El Ehmed tekez kir ku dûrxistina jinan ne tenê paşguhkirin e, lê belê siyaseteke sîstematîk e û got: "Ya ku diqewime, tepisandina bi zanebûn ya piralîbûnê ye û tepisandina her dengê ku van polîtîkayan red dike ye, her wiha li dijî cihêrengiya li Sûriyeyê ye. "

Cinan El Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li civata navneteweyî û herêmî kir ku piştgiriyê bidin jinan û zextê li komîteyên jinûveavakirina Sûriyeyê bikin da ku nûnertiya jinan a rewa pêk bînin. Her wiha bal kişand ser girîngiya yekitiya jinan li hemberî hewldanên biçûkxistin û dûrxistinê.

(k)

ANHA