Li Şêxmeqsud çalakiyên fedayî 

Hat ragihandin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Şêxmeqsud li hemberî êrişên komên çeteyan çalakiyên fedayî li darxistine û derbeyên giran li wan xistine.

Li Şêxmeqsud çalakiyên fedayî 
10 ÇILE, 2026   11:40
HELEB

Li taxa Şêxmeqsud a Helebê, berxwedana li dijî êrişên hovane yên komên çete girêdayî Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê ku dewleta Tirk destek dide wan, bi diijwarî didome. 

Hêzên ewlekariyê bi awayekî fedayî şer dikin û derbeyan li êrişkaran didin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê ragihandine, 5 endamên hêzên ewlekariyê li hemberî êrişkaran çalakiyên fedayî lidar xistine.

Hat ragihandin ku bi çalakiyên fedayî derbeyên giran li êrişkaran hatine xistin û pêşiya komkujiyan tê girtin.

Hat gotin ku navên hinek cangoriyên ku çalakiyên fedaî li daxistine wiha ne: Hawar, Dilbirîn, Faraşîn, Denîz, Rojbîn.