Şêniyên Cizîrê: Êrişên li dijî taxên Helebê sûcên mirovahiyê ne

Meclisên bajarên kantona Cizîrê û rêxistinan êrişên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê şeremzar kirin û banga rawestandina êrişan û parastina welatiyan kir.

6 ÇILE, 2026   17:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya şermezarkirina dorpêç û êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê ên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê pêk tînin, Kombenda Efrîn a Civakî, Rêveberiya Kar û Barên Koçberên Efrîn-Şehba yên Qamişloyê, Rêveberiya Kar û Barên Koçberên Efrîn-Şehba ya Amûdê û Meclisa bajarê Girkê Legê yê kantona Cizîrê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku tedbîrên ewlehî û aborî yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û êrişên li dijî wan taxan, bi xwe re bandorên mirovî yên xeternak tînin.

Hat destnîşankirin ku pêwîstî bi avêtina gavên pratîkî û rasterast heye ku ev dorpêça li ser wan taxan bê rakirin, êriş rawestin û sedemên nakokiyê çareser bibin.

Di daxuyaniyan de hat gotin ku ji mafê koçberên Efrînê ye ku bi awayekî dilxwazî, ewle û rûmet vegerin herêmên xwe û bi xwe herêmên xwe bi rê ve bidin.

Di daxuyaniyan de hişyarî li ser bandorên xeternak ên li ser jiyana welatiyan û mafên wan hat dayîn.

Di daxuyaniyan de bang li rêxistinên civaka sivîl, desteyên hiqûqî, hêzên demokratîk û jinan li Sûriyeyê hat kirin ku hevkariya xwe xurt bikin, piştgiriyê bidin mafên mirovan, nirxên edalet û hemwelatîbûna wekhev bi cih bînin, divê ev êriş tavilî werin rawestandin û welatiyên li taxên dorpêçkirî werin parastin.

(fr)

ANHA

QAMIŞLO

GIRKÊ LEGÊ