Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkildarî êrişan daxuyanî da

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê êrişên hêzên hikumeta veguhêz têk birin. Li hin aliyan şerek giran rû dide.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê têkildarî êrişan daxuyanî da
7 cotmeh, 2025   00:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê der barê êrişên hêzên hikumeta veguhêz de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hêzên hikumeta veguhêz ên Sûriyeyê ji aliyên Cela, benda Cizîrê û nêzî nexweşxaneya Yewnanî êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin bersiva êrişan hate dayîn û êriş hatin têkbirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li derdora çerxerêya Leyremûn û çerxerêya Şîhan jî êriş têne kirin û hate gotin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn berisva êrişan didin  û heya vê kêliyê şer rû dide.

 Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êriş wê rewşa ewlehiyê xirabtir bike.

 (bb)

ANHA