Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêrazorê dewreyek bi dawî kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Dêrazorê dewreya bi navê Şehîd Îsmaîl Ewad Etellah a ji 50 endaman pêk tê, ku di Akademiya Şehîd Hanî El Hesen de perwerde dibûn, bi dawî kir.

17 mijdar, 2025   18:07
DÊRAZOR

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Dêrazorê dewreyeke din a hêzên xwe yên leşkerî ku ji 50 endaman pêk tê, bi dawî kir. Dewreya derçûyî bi navê Şehîd Îsmaîl Ewad Etellah ji Akademiya Şehd Hanî El Hesen e.

Di merasîmê de fermandar û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Desteya Hundirîn, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê, rûspî û serokeşîr û malabat amade bûn.

Dewreyê mehekê dom kir û tê de dersên fikrî, siyasî û leşkerî hatin dayîn.

Derçûna dewreyê bi deqeyek rêzgirtinê û merasîmeke leşkerî ji hêla endamên der çûne ve dest pê kir.

Dûre hevserokê Desteya Hundirîn a kantonê Mehmûd El Xelûf bixêrhatina mêvanan kir û bidawîkirina dewreyê li endaman pîroz kir.

El Xelûf got, "Em îro vê qonaxê bi dawî nakin, lê em rêyeke nû dest pê dikin û vê rêyê ji tiştên hûn fêr bûne li ser gavên xwe biavêjin û her tim bibin mînaka dayîn û pabendîbûnê ye. Her wiha spasiya perwerdeker û rêveberên ku di biserxistina dewreyê de rol lîstine, kir."

Li aliyekî din jî, Fermandara Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin ên kantona Dêrazorê Fadiya El Hac Hesen ji ajansa me re got: "Dewreya ku mehekê dom kir, 50 endamên beşdar bûne kedeke mezin da, pabendî fêrbûnê bûn, berpirsiyar bûn. Ji lew re ev derçûn layiqî wan e."

Fadiya da zanîn ku di dewreyên perwerdeyên li ser taktîkên şer, waneyên fikrî û hwd hatin dayîn.

Di dawiya merasîmê de bawername li derçûyan hatin belavkirin û malbata şehîd Îsmaîl Ewad Etallah hat xelatkirin.

(mh/fr)

ANHA