Siyasetmedar: Berdewamkirina binpêkirinan têkçûna hikumeta veguhêz nîşan dide

Siyasetmedaran destnîşan kir ku polîtîkayên şaş ên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, bûye sedema bêbaweriyê di navbera hikumet û civakê de. Siyasetmedaran binpêkirinên berdewam ên li deverên dagirkirî û li seranserê Sûriyeyê şermezar kirin.

Siyasetmedar: Berdewamkirina binpêkirinan têkçûna hikumeta veguhêz nîşan dide
18 mijdar, 2025   03:45
HELEB
XEYS ŞEMSEDÎN

Siyasetmedarên li Helebê li ser sûc û binpêkirinên berdewam li herêmên Sûriyeyê yên di bin kontrola dewleta Tirk a dagirker an jî hikumeta veguhêz de, axivîn. Siyasetmedaran der barê bandorên van binpêkirinan li ser aramiyê û pêkanîna çareseriyek berfireh li welêt de hişyarî dan.

Endamê Partiya Sûriyeya Pêşerojê a Helebê Wefîq Hebîb diyar ku tevî hilweşîna rejîma Baasê jî binpêkirina ranestiyane, sedema wê jî "destwerdanên derve ye" ku bi destwerda Tirkiyeyê ji sala 2012`an ve dest pê kiriye.

Hebîb diyar kir ku "Efrîn, ji dema ku di sala 2018`an de hatiye dagirkirin heta îro, êşa sûcên berdewam ên li dijî mirovan û xwezayê dikişîne" û bal kişand ser dubarekirina vê senaryoyê li herêmên peravê û Siwêdayê.

KRÎZA BAWERIYÊ DI NAVBERA CIVAKÊ Û HIKUMETA VEGUHÊZ DE

Hebîb rexne li Hikumeta Veguhêz kir ku sozên xwe yên ji xelkê peravê re dan bi cih neanî. Her wiha diyar kir ku "sûcên wek kuştin, revandin, dizî û tecawizkirinê ku hatine belgekirin, baweriya di navbera civaka Sûriyeyê û hikumetê de hilweşandiye."

SOZÊN JI BO VEGERA KOÇBERAN NAYÊN PÊKANÎN

Endamê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Lewend Elo diyar kir ku herêmên dagirkirî, wek Efrîn, Serêkanyê, û Girê Spî, ji hêla Tirkiyeyê û çeteyên wê ve têne birêvebirin, tevî ku bi nav di bin kontrola rêveberiya Hikumeta Veguhêz de ne.

Elo bal kişand ser binpêkirinên berdewam ên li van deveran, û behsa kuştina 3 sivîlan li Efrîn hefteya borî kir, wek encama têkçûna ewlehiyê.

Elo da zanîn kir ku hikumeta veguhêz, tevî peymana 10`ê Adarê û sozên xwe yên dubare, ti gavên rastîn ji bo vegera koçberan neavêtiye. Elo her wiha bêdengiya hikumetê ya di der barê dizîna berhema zeytûnan de şermezar kir.

Lewend Elo diyar kir ku "dezehên ewlehiyê yên hikumeta veguhêz li gorî qanûnên Baasê, bi taybetî 'Qanûna Awarte', tev digerin ku serdegirtin û girtinan bêyî bingehek qanûnî pêk tîne."

JIN QURBANIYÊN SEREKE NE

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Helebê Zelîxa Reşîd diyar kir ku 11 meh di ser hilweşîna desthilatdariya Baasê ve derbas bûn, lê tu guhertinek rastîn çênebûye, bi taybet ku Tirkiyeyê hîna herêman dagir dike û binpêkirina,  bi taybet li dijî jinan, berdwam in.

Zelîxa da zanîn ku bûyerên revandina jinan bi darê zorê li gelek deveran bi destên "komên çete" berdewam dikin, û bal kişand ser zêdebûna zindanên veşartî li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, û desteserkirina malên şêniyên resen.

Zelîxayê bang li rêxistinên mafên mirovan û navneteweyî kir ku bi lezgînî tev bigerin da ku van sûcan rawestînin. Her wiha daxwaza bidawîanîna dagirkeriya Tirk kir û bang li hikumeta veguhêz kir ku berpirsiyariyên xwe pêk bîne.

Zelîxayê hêviya xwe anî ziman ku "sala 2026`an bibe saleke bê koçberî, kuştin, binpêkirin û dagirkerî.”

(k)

ANHA