Çeteyan kesek qetil kir û yek jî birîndar kir

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Dêr Hafir kesek qetil kir û li Minbicê kesek kesek birîdnar kir.

Çeteyan kesek qetil kir û yek jî birîndar kir
17 mijdar, 2025   17:17
TEBQA

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gule li serê şêniyê bi navê Ebdullah El Mûsa El Hesen, dema ku bi erebeyê sotemenî ji gundê Cib Ebyed ê rojhilatê Dêr Hafirê ber bi bajarê Minbicê yê dagirkirî ve vediguhast, xist û di cih de qetil kir.

Şênî El Mûsa ji gundê Ceidê yê kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û ji gelek salan ve li Minbicê dimîne.

Girêdayî wê, duh çeteyan welatiyek li bajarokê Meqta Hecer Kebîr ê başûrê rojhilatê Minbicê birîndar kir. Welatî ji bo tedawiyê ji bo bajarê Minbicê hat veguhastin.

Li gundewarê Minbic û Dêr Hafirê bêaramî û tevlihevî heye. Di heman demê de sûcên li dijî şêniyan wekî qetilkirin, hedefgirtina yekser, heqaret û desteserkirina mal û milkan didome.

(mh/fr)

ANHA