Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêr Hafirê: Em parastina sivîlan didomînin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêr Hafirê xebatên xwe yên xurtkirina ewlehiyê li hundir û gundewarên bajar didomînin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêr Hafirê: Em parastina sivîlan didomînin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêr Hafirê: Em parastina sivîlan didomînin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêr Hafirê: Em parastina sivîlan didomînin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêr Hafirê: Em parastina sivîlan didomînin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêr Hafirê: Em parastina sivîlan didomînin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêr Hafirê: Em parastina sivîlan didomînin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêr Hafirê: Em parastina sivîlan didomînin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêr Hafirê: Em parastina sivîlan didomînin
12 cotmeh, 2025   05:05
TEBQA
RÎNAD EL ELÎ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Dêr Hafirê mîsyona xwe ya parastina ewlehiya herêmê û şêniyên wê didomînin.

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Dêr Hafirê Mihemed Kobanê der barê rewşa li bajar de ji ajansa me re axivî.

Mihemed Kobanê diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Dêr Hafirê beriya 8 mehan hatine avakirin û diyar kir ku ji destpêka avabûnê ve tevlêbûna nava hêzê baş e û got: "Mehane 10-20 şêniyên herêmê tev li hêzê dibin. Ev yek jî bawerî û tevkariya di navbera me û civakê de bi hêztir dike."

Kobanê ev agahî dan: "Hêzên me li nava taxên bajar û sûkên wê, li bendên kontrolê yên gerok û yên sabit belav dibin. Ji bo parastina şêniyan ji gefên muhtemel dewriyeyan digerînin.”

Mihemed Kobanê êrişa li ser Dêr Hafirê jî şermezar kir û got: "5’ê vê mehê bi dronên xwekuj deriyê Dêr Hafirê û derdora wê bombebaran kirin. Di encamê de 4 endamên me dema erka xwe ya parastina herêmê bi cih dianî û sivîlek şehîd bûn. Şeva Înê jî careke din êrişî deriyê Dêr Hafirê kirin. Lê ev êriş biryardariya me ya domandina xebatên me lawaz nakin. Endamên ku di êrişên de birîndar bûne niha têne dermankirin û rewşa wan baş e. Em ê xebatên xwe yên mîsogerkirina ewlehiya bajar û gundewarên Dêr Hafirê bidomînin.”

Şeva 21’ê Îlonê hêzên girêdayî hikumeta veguhêz bi dronan êrişî gundê Um Tîna yê Dêr Hafirê kiribû. Di encamê de komkujiyek çêbû û 8 sivîl şehîd bûn. Di êrişên 5’ê Cotmehê de sivîlek, 3 şervanên QSD’ê û 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 2 sivîl şehîd bûn.

(bb)

ANHA