Şêniyên Reqayê piştgirî da Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Şêniyên kantona Reqayê piştgiriya xwe ya bi şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê re anî ziman û ji hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re got divê dawî li dorpêç û tundiyê bîne.

Şêniyên Reqayê piştgirî da Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Şêniyên Reqayê piştgirî da Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Şêniyên Reqayê piştgirî da Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
Şêniyên Reqayê piştgirî da Şêxmeqsûd û Eşrefiyê
12 cotmeh, 2025   05:50
REQA
MIHEMED EL XELÎL

Di roja 6’ê Cotmehê de hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hewl da bi panzeran bikevin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê. Di heman demê de her du tax topbaran kirin. Di encamê de 2 welatî şehîd bûn û 60 birîndar bûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên her du taxan û şêniyên wan bersiveke tund da. Hêzên hikumeta veguhêz neçarî vekişînê kirin.

Piştî wê di navbera aliyan de lihevkirin çêbû û li gorî wê divê rêyên di navbera her du taxan û herêmên din ên Helebê de werin vekirin. Lê hîn jî hikumeta veguhêz a Sûriyê 3 bendên kontrolê yên nû li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çêkirin. Endamên wan bendan welatiyan radiwestînin û tevgera wan asteng dikin.

Şêniyên Reqayê tevgera hikumeta veguhêz a li dijî şêniyên her du taxan bi tundî şermezar kirin.

Ferîde Ebdulrehman destnîşan kir ku pêkanîna dan û stendina di navbera gelê Sûriyê de tekane riya çareseriyê ye û ev tişt anî ziman: “Dan û stendin rêya herî baş a çareseriyê ye. Em hemû gelê Sûriyê ne. Em şer naxwazin, berûvajî wê em hemû aştiyê dixwazin. Lê hikumeta veguhêz pabendî peymanan nabe. Em jê re dibêjin divê li gorî peyman û itîfaqan tevgere û dest ji binpêkiririnan berde.”

Mihemed El Dekil jî li ser mijarê ev tişt anî ziman: “Em şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê van êrişan qebûl nakin. Êrişên li dijî birayên me yên kurd û xiristiyan in. Em li ser yek xakê Sûriyeyê jiyan dikin. Em her dem aştiyê û aramiyê dixwazin. Em cudaxwaziyê red dikin.”

El Dekil îdayên hikumeta veguhêz ên dibêjin QSD’ê dest bi şer kiriye, red kir û wiha dom kir: “Ev îdia ji rastiyê dûr in. Divê peyaman 10’ê Adarê ya di navbera fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî û serokê veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed El Şeri pêk were. Ji ber şer û rakirina çekan ne çareye. Em dixwazin bi azadî, ewlekarî di Sûriyaya aram de jiyan bikin. Sûriyê ya hemû pêkhateyan e.”

Mihemed Heyder ku ji Kantona Şehba Efrîn koçber bû ye û niha li Reqayê dimîne derbarê mijarê de wiha axivî: “Em êrişên hikumeta veguhêz a Sûriyê şermezar dikin. Ev binpêkirin li dijî gelê me tê kirin. Niha xelkên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji sotemenî, şîr û pêwistiyên herî giring ên jiyanê bê par hatine hiştin. Armanca wan bi vê dorpêçê îradeya gelê wir bişikînin.”

(dc)

ANHA