Tecrîd ranebû, komîsyon neçû Îmraliyê, zemîna hiqûqî çênebû

Ji 1`ê Cotmeha 2024`an heta 10`ê Cotmeha 2025`an malbatên Rêber Apo û girtiyên din 31 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, lê 4 caran hevdîtin pêk anîn. Parêzeran 43 serlêdan kirin, tenê carekê hevdîtin pêk anîn. Serlêdanên şandeyên navnetewî, rewşenbîr û rojnamevan qet nehatin bersivandin. Şertên Rêber Abdullah Ocalan nehatin guhertin.

Tecrîd ranebû, komîsyon neçû Îmraliyê, zemîna hiqûqî çênebû
12 cotmeh, 2025   02:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin, rojeva sereke ya Tirkiye, Kurdistan û herêmê ye. Di nêzî 10 mehan de bi banga Rêber Apo tevgera azadiya Kurdistanê gavên dîrokî avêtin, deng li cîhanê veda. Lê desthiltdariya Tirkiyeyê heta niha gavên şênber ên yasayî û pratîk ne avêtine. 

Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan wekî mijara herî sereke cihê xwe yê di rojevê de di parêz e. Tevahiya derdorên alîgirên çareseriyê balê dikişînin ku ji bo çareseriyê bidawîkirina tecrîdê şertekî bingehîn e.

Me jî hewldanên ji bo çareseriya û rakirina tecrîdê berhev kirin.

1`ê Cotmeha 2024`an Serokê MHP`ê Devlet Bahçelî di vekirina meclisa Tirkiyeyê de silav da koma DEM Partî, 22`yê Cotmehê jî di civîna koma partiya xwe ya meclisê de bang li Rêber Abdullah Ocalan kir were meclisê bi axive, her wiha behsa vekirina deriyê pêkanîna mafê hêviyê kir. 

23`ê Cotmehê Serokê Giştî yê CHP`ê Ozgur Ozel di serdanan xwe bajarê Amedê de destnîşan kir pirsgirêka Kurd bi axaftina yek kesî çareser nabe û got: “Heta Kurd nebêjin ‘pirsgirêk nema’ ev pirsgirêk heye û divê were çareserkirin.”

PIŞTÎ 43 MEHAN HEVDÎTINA BI RÊBER APO RE

23`ê Cotmehê piştî 43 mehan cara yekemîn biraziyê Rêber Abdullah Ocalan Parlamenterê DEM Partî yê Rihayê Omer Ocalan çû Îmraliyê û hevdîtin pêk anî. Rêber Abdullah Ocalan di vê hevdîtinê de ev peyam da: “Tecrîd dewam dike. Heke şert û merc guncaw bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji şer û tundiyê bikişînim ser bingeha hiqûqî û siyasî.”

CAREKE DIN CEZAYÊ DISÎPILÎNÊ

Beramberî vê peyama Rêber Apo, 2`yê Mijdarê hate eşkerekirin ku 16’ê Cotmeha 2024’an “cezayekî disîplînê” yê nû ji bo 3 mehan li Rêber Abdullah Ocalan hate birîn û hevdîtin nayên kirin.

21`ê Mijdarê jî, qedexeya hevdîtina parêzeran a bi Rêber Abdullah Ocalan re ji bo 6 mehan hat dirêjkirin.

3`yê Kanûnê Parlamenterên DEM Partiyê tevî şandeyeke navneteweyî bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan, lê nehate qebûlkirin.

SERDANÊN ŞANDEYA DEM PARTÎ

28`ê Kanûnê Parlamenterên DEM Partî Perwîn Buldan û Sirri Sureyya Onder çûn Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de Rêber Abdullah Ocalan bal kişand ser girîngiya tifaqa gelên Kurd û Tirk. Rêber Apo di vê hevdîtinê de jî ev peyam da: “Ji bo serkeftina pêvajoyê, pêwîst û mecburiyeteke ku hemû aliyên siyasî yên li Tirkiyeyê beyî ku bikevin nava hesabên teng û demkî înîsiyatîf bigirin, çêker tevbigerin û tevkariyek pozîtîf bikin.”

Ev hevdîtîna yekem a DEM Partiyê bû. Piştre vê serdanê 2`ê Çileyê (2025) Şandeya DEM Partî ya Îmralî ku ji parlamenter Perwîn Buldan, Sirri Sureyya Onder û Siyasetmedar Ahmet Turk pêk dihat, bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş hevdîtin pêk anî. Şandeyê di heman rojê de bi Serokê MHP`ê Devlet Bahçelî re hevditin kir.

GEFA ERDOGAN

14`ê Çileyê Devlet Bahçelî anî ziman ku ziyareta şandeya DEM Partî ya Îmraliyê erênî ye. Lê Serokomar Erdogan 15`ê Çileyê ev gef xwar: “Heke banga pêwîst were kirin û rêxistina terorê û avadaniyên girêdayî wê gav biavêjin, Tirk, Kurd û Tirkiye dê qezenc bike. Heke guh nedin bangawaziyê, wê demê em jî dê hedefa xwe ya Tirkiyeya bêteror bi rêbazên cuda pêk bînin.”

HEVDÎTIN Û PIŞTGIRÎ

18`ê Çileyê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK`ê Cemîl Bayik got ku daxuyaniyên Erdogan ne ji bo çareseriyê, pirsgirêkê kûrtir dikin. Heman rojê KCK`ê jî ev peyam da: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn wê bibe geşedana herî girîng û stratejîk a sedsala me.”

22`ê Çileyê Şandeya DEM Partî cara duyemîn bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Rêber Abdullah Ocalan anî ziman ku xebatên wî yên ji bo çareseriyê didomin.

28`ê Çileyê di bernameyeke taybet a televîzyona Medya Haberê de Hevseroka Konseya Rêveber a KCK`ê Besê Hozat got: “Ji bo Rêber Apo bikare bang bike divê tecrîd bê rakirin.”

14`ê Sibatê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK`ê Cemîl Bayik diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji wan re name şandiye û got ku tecrîda Îmraliyê dewam dike, eger şertên Rêber Abdullah Ocalan neguherin dê çawa bangewazî bike.

Şandeya DEM Partiyê di navbera 16 û 19’yê Sibatê de bi serokên PDK`ê, YNK`ê û aliyên din ên Başûrê Kurdistanê re hevdîtin kirin. Hemû aliyan piştgiriya xwe li hemberî pêvajoyê nîşan dan.

BANGA DÎROKÎ

27`ê Sibatê Şandeya DEM Partî ku ji Ahmet Turk, Perwîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol pêk dihat, li Îmralî hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re kirin.

Şandeyê heman rojê banga Rêber Abdullah Ocalan bi navê “Aştî û Civaka Demokratîk” li bajarê Stenbolê bi civînek çapemeniyê ji raya giştî re eşkere kir. Di vê banga ku weke “banga dîrokî” hat binavkirin de Rêber Apo ji PKK`ê xwest ku xwe fesix bike û dawî li şerê çekdarî bîne.

BERSIVA PKK`Ê Û GEL

1`ê Adarê PKK`ê li ser banga Rêber Abdullah Ocalan agirbesta yek alî îlan kir.

21`ê Adarê Endamê Komîteya Rêveber a KCK`ê Mûrat Karayilan diyar kir ku divê pêvajo ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve bê birêvebirin. Heman rojê dî pîrozbahiyên Newrozê yên li Kurdistanê de bi milyonan kes xwedî li banga Rêber Apo derketin.

31`ê Adarê Rêber Abdullah Ocalan bi peyamekê xwedîderketina li peyamana dîrokî gel silav kir.

HEVDÎTINA 2`EMÎN A BI MALBATAN RE

9`ê Nîsanê hat diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, bi boneya Cejna Remezanê 31`ê Adarê de bi malbatên xwe re hevdîtin kirine. Rêber Apo di hevdîtinê de ev peyam da: “Hêviya min heye û dê vê pêvajoyê heta dawiyê bidomînim.”

PKK’ê KONGRA XWE LI DAR XIST

21`ê Nîsanê Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê cara çaremîn çû Îmraliyê û bi Rêberê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. 9`ê Gulanê PKK`ê aşkere kir ku di 5-7’ê Gulanê de 12`emîn kongreya xwe li dar xistiye û banga Rêber Apo bi cîh aniye. 12’yê Gulanê jî biryarên kongreyê ku fesixkirina partiyê jî di nav de ye hatin eşkerekirin.

13`ê Gulanê Rêber Abdullah Ocalan biryarên ku di kongreya PKK’ê de hatine wergirtin silav kirin.

BANGA PEYMANEKE NÛ Û KOMÎSYONA MECLISÊ

18`ê Gulanê Şandeya DEM Partiyê serdana Îmraliyê kir. Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinê de ev peyam da: “Pêdivî bi peymaneke nû ya li ser bingeha xwişk-biratiyê heye. Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye.” Rêber Apo her wiha xwest ku li parlamentoyê komîsyon were avakirin û were bi wî re jî hevdîtinê pêk bîne.

18`ê Gulanê Bahçelî got ku komîsyona parlamentoyê dikare were avakirin û ji 100 kesan pêk bê.

7-8`ê Hezîranê malbat careke din çûn Îmraliyê. Di vê serdanê de zarokên malbata Rêber Apo jî amade bûn piştî 26 salan Rêber Abdullah Ocalan cara yekem zarok hembêz kirin.

26`ê Hezîranê di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş de ji bo avakirina komîsyonê hevdîtin pêk hat.  Perwîn Buldan diyar kir ku pêvajo derbasî qonaxeke girîng bûye.

3`yê Tîrmehê Endamê Konseya Rêveber a KCK`ê Mûstafa Karasu diyar kir ku derdoreke di nava dewletê de dixwaze pêvajoyê xera bike û got ku ya çareseriyê azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye.

PEYAMA BI DÎMEN Û MERASÎMA GERÎLA

6`ê Tîrmehê şandeya DEM Partî cara 6`an çû Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.

9`ê Tîrmehê piştî 26 salan cara yekemîn daxuyaniya Rêber Abdullah Ocalan a bi dîmen hate weşandin. Rêber Apo ev peyam da, “Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakê tê. ez bang li we dikim ku hûn vê rêgezê pratîze bikin”.

11`ê Tîrmehê 30 gerîlayên PKK`ê ku navê Koma Aştî û Civaka Demokratîk li xwe kir, bi merasimeke li Silêmaniyê çekên xwe şewitandin.

‘ÊDÎ DORA ALIYÊ DIN E’

11`ê Tîrmehê Hevseroka KCK’ê Besê Hozat ku pêşengiya merasîma kiribû got, “Çek êdî ne astengî ye. Êdî dora aliyê din e.”

25`ê Tîrmehê Şandeya DEM Partî li Îmralî hevdîtin pêk anî. Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku merasîma gerîla vîna hatiye nîşandan, bîr, bawerî û biryardariya hatiye nîşandan pir hêja ye û got ku ew li bendê ye xebata komîsyonê ya li meclisê berfireh bibe.

BANGA JI BO BEŞÊN CIVAKÊ

28`ê Tîrmehê Parlamenterê DEM Partî yê Rihayê Omera Ocalan wekî malbat bi Rêber Abdullah Ocalan, hevdîtin kir. Rêber Apo ev peyam da: “Beşdarbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye.”

KOMÎSYON HATE AVAKIRIN

5`ê Tebaxê (2025) partiyên ku komên wan di Meclisa Tirkiyeyê de hene, Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Netewî, ava kir. Komîsyonê heta niha 14 civîn pêk anîn û derdorên cuda guhdar kirin.

7`ê Tebaxê Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, diyar kir ku xebata li Meclisê tenê ji bo “pêşinyar û tespîtan” e ji bo pêvajoya mizakereyê nîn e.

ERDOGAN AXIVÎ LÊ GAV NEHAT AVÊTIN, DESTÛRA AXAFTINA KURDÎ NEHAT DAYÎN

14`ê Tebaxê Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan diyar kir ku ew ê di dema pêş de bernameyeke reformê ragihînin, lê heta niha tiştekî berbiçav nehatiye kirin.

20`ê Tebaxê Komîsyona Meclisê Dayikên Aştiyê guhdar kirin, lê destûr nehat dayîn ku dayik bi Kurdî bi axivin. Ev helwes ji aliyê gelek derdoran ve hat rexnekirin û hat diyarkirin ku ev ye baweriyê nade civakê.

JI RÊBER APO 3 TÊGEHÊN SEREKE

28`ê Tebaxê Şandeya DEM Partî, bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtina 8’an çêkir. Şande ji Îmraliy. Rêber Apo di vê serdanê de “civaka demokratîk, aştî û entegrasyon” weke sê tegehên sereke yên vê pêvajoyê destnîşan kirin.

GEFA BAHÇELÎ

2`yê Îlonê Devlet Bahçelî bi îdîaya ku QSD li gorî peymana 10’ê Adarê ya bi hikûmeta Şamê re hatiye îmzekirin tevnagere, gefa êrîşan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar.

PEYAMA RÊBER APO JI BO KOMÎSYONÊ

9`ê Îlonê Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan eşkere kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji Şandeya Îmraliyê re gotiye: “Divê komîsyon were bi min re hevdîtinê bike. Tiştên girîng ên ku ji komîsyonê re bibêjim hene.”

PARÊZER ÇÛN ÎMRALIYÊ

15`ê Îlonê parêzeran piştî 6 salan bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Parêzer Raziye Ozturk got: “Birêz Ocalan got divê qanûnên serdema navberê bêne amadekirin."

17`ê Îlonê li bajarên Amed û Wan ên Bakûrê Kurdistanê û bajarê Mêrsînê yê Tirkiyeyê ji bo pêkanîna “Mafê hêviyê” meşên girseyî hatin lidarxistin.

BERSIVA KURTULMUŞ A TÊKILDARÎ HEVDÎTINA BI RÊBER APO RE

26`ê Îlonê Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di Civîna Nirxandina Sala Qanûndanînê ya 3’yemîn a Serdema 28’an a Meclisê de li ser pirsa rojnamegeran a “Gelo dê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike?” got: “Ev mijar hêj neketiye rojeva komîsyonê.”

MUZEKEREYA DEMOKRATÎK

3`ê Cotmehê Şandeya DEM Partî bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Li gorî şandeyê Rêber Apo ev peyam da: “Şaristaniyê piştî sê sedsalên pevçûnên wêranker û windahiyên mezin ên di şerên cîhanî de, demokrasiya muzakereyî wekî modeleke çareseriyê ya girîng pêş xist. Bingeha vê rêbazê divê ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiyeyê yên navxweyî û derve esas bê girtin. Pêşniyar dikim ku di hemû têkiliyên siyasî û civakî de muzakereya demokratîk serdest be.”

YASA NE GUHERÎN, TECRÎD RANEBÛ, ŞERT NEHATIN GUHERTIN

Rêber Abdullah Ocalan di gelek hevdîtina de bal kişand ku ji bo serkeftina pêvajoyê pêdivî şertên guncav heye. Dîsa xwest bi komîsyona meclîsê, rojnamevan, siyasetmedar, rewşenbîran re hevdîtinê bike; bingeha yasayî were amadekirin. PKK’ê jî eşkere kir ku sermuzakerevan Rêber Apo ye. Lê li gorî şandeya DEM Partî û parêzeran heta şertên girtîgehê nehatine guhertin, tecrîd ranebûye. Ji 1`ê Cotmeha 2024`an heta 10`ê Cotmeha 2025`an malbatên Rêber Apo û girtiyên din 31 caran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin, lê 4 caran hevdîtin pêk anîn. Parêzeran 43 serlêdan kirin, tenê carekê hevdîtin pêk anîn. Komîsyona meclîsê neçûye Îmraliyê. Di aliyê zagonî de jî gav nehatine avêtin. Dîsa zimanê siyaset û çapemeniya Tirkiyeyê nehatiye guhertin.

(a)

ANHA